20:31 20 Hezîran 2018
Lezgîn Botan

Parlamenterê HDPê lêborîn xwest

© Sputnik / Cesim İlhan
Tirkiye
Lînkê kurt
0 10

Parlamenterê Wanê yê HDPê Lezgin Botan daxuyand ku ew lêborîna xwe dixwaze ku gotiye namzede serokomariyê yê HDPê Selahattin Demirtaş dê beşdarî televîzyona Fox TVyê bibe.

Parlamenterê Wanê yê HDPê Lezgin Botan li ser Twitterê bi belavkirina peyamekê daxuyandibû ku namzede serokomariyê yê HDPê Selahattin Demirtaş dê beşdarî bernameyek televîzyona Fox TVyê bibe. Botan di peyama xwe de gotibû, "Namzedê Serokomariyê yê Şoreşger ê Gelan birêz #Selahattin Demirtaş bi rêya telefonê dê beşdarî weşana Fox tvyê bibe, ji bo guhdarkirinê her kes vexwendî ye."

Piştî ku bi vê peymanê di nav raya giştî de hat bawerkirin ku serlêdana HDPê hatiye qebûlkirin, Botan li ser hisabê xwe yê Twitterê peyameke din parve kir û lêborîna xwe xwest. Botan got, "Hêvalên hêja, agahiya li ser beşdarbûna birêz Demirtaş ji bo Fox Tvyê ne rast e. Ez diyar dikim ku ji ber kêmasiya agahiyê bû ev yek û ji we hemûyan lêborînê dixwazim."

 

Bi heman mijarî:

Nûnerê HDPê: Hêvîdar im partiyên kurdan dengê xwe li derveyî doza neteweyî nedin
HDPê bo berdana Demirtaş gavek din avêt
Li Hatayê êrîşî namzeda HDPê kirin
HDPê daxwaz kir Demirtaş bikare bi telefonê beşdarî bernameyeke televizyonekê bibe
Etîketan:
lêborîn, Parlamenterê HDPê yê Wanê, Lezgîn Botan, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de