03:10 18 Hezîran 2018
Veli Saçilik û Ahmet Şik

Veli Saçilik: Qedexekirina zimanê kurdî sûcekî mirovahiyê ye

© Sputnik /
Tirkiye
Lînkê kurt
0 02

Namzetê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)ê yê Enqerê Velî Saçilik di derbarê pêvajoyê de ji Sputnik Kurdistanê re axivî. Saçilik destnîşan kir ku “perwerdehiya bi zimanê kurdî heq e û heqê tu tirkekî tune ku di derbarê vê mijarê de biryarê bide.”

Di 24ê Hezîranê de hilbijartinên parlementoyê heye. Partî û namzet kolan bi kolan digerin û projeyên xwe tînin ziman. Yek ji wan namzetan jî, namzetê HDPê yê Enqerê yê herêma sisiyan rêza yekem Veli Saçilik e. Namzet Veli Saçilik di derbarê atmosfera hilbijartina Enqerê û nêrînên xwe yên siyasî de ji pirsên Sputnik kurdistanê bersivand.

‘GEL DIZANE KU EGER HDP DI BIN BERAJÊ DE BIMÎNE WÊ ÇI FELAKET WERE SERÊ DEMOKRASIYÊ'

Veli Saçilik di derbarê atmosfera hilbijartinê ya Enqerê de destnîşian kir ku: Vê gav ez dikarim bibêjim ku li Enqerê ew atmosfera 7ê Hezîranê ya 2015an heye. Gelek kes hene ku ji me re dibêjin ‘ne lazim e hûn werin deng ji me bixwazin lewra em baş dizanin ku em ê bidin kî' ji ber wê jî em bawerin ku em ê li vir bi ser kevin.

Herwiha Saçilik got ku kesên ku dibên em ê dengê xwe bidin we tenê ne kurd in herwiha kesên sosyal demokrat jî dizanin ku eger HDP di bin berajê de bimîne wê çi felaket werin serê demokrasiyê, ji ber wê jî gel hay ji vê hesabê heye û li gor vê hişmendiyê tevdigere.

‘EZ BIBIM PARLEMENTER JÎ EZ Ê DÎSA HEVALÊ KARKER Û BINDESTAN BIM'

Veli Saçilik di derbarê gelo wê ‘parlementeriyeke çawa bike' de wiha axivî, "ez wek karkerekî ketim nav siyasetê, ji aliyê AKPê ve ji kar hatim derxistin û çend sal e ku ez li sûka me. Van çend salên dawî ez bûm şahidê gelek zulm û zordariyan. Ji ber wê yekê jî eger ez bêm hilbijartin ez ê hertin bibim dengê kesên karker û hemû kesên ku bi awayekî rastê zulma vê iktidarê hatine. Roja ez bêm hilbijartin jî ez ê dîsa herim hevaltiya karkeran û bindestan bikim."

‘ZIHNIYETA KU ELEWIYAN ÎNKAR Û YA KU KURDAN ÎNKAR KIR HEMAN ZÎHNIYET E'

Namzetê HDPê Veli Saçilik di derbarê pirsgirêka kurd de wiha axivî: Ez bixwe tirkekî elewî me û wek elewiyekî bi salan e mafên me ji aliyê van îqtidaran ve nehat dîtin û hatin înkarkirin lê belê kurd ne tenê bi mafê xwe herwiha hebûna wan jî hat înkarkirin. Em baş dizanin ku di civakekê de dema hin kes hinekên din înkar bikin wê şer derê û xwîn birije.

Mixabin pirsgirêka kurd jî bi salan di nav neçareseriyê de hiştin û bûn sedema xwînrijandinê. Saçilik di dewamiya axaftina xwe de got ku "ez dizanim ku ew zîhniyeta elewiyan înkar kir û ya ku kurdan înkar kir heman zîhniyet e. Ji bo vê jî em ê bi HDPê re bi gelê kurd re vê pirsgirêkê bi axivin û çareser bikin.

‘QEDEXEKIRINA ZIMANÊ KURDÎ SÛCEKÎ MORIVAHIYÊ YE'

Saçilik li ser perwerdehiya bi zimanê kurdî destnîşan kir ku: Ez xwe çepkirekî enternasyonel dibînim û ez qedexekirina hemû zimanan wek sûcekî mirovahiyê dibînim û her wiha qedexekirina zimanê kurdî jî sûcekî mirovahiyê ye. Mafê zimanê zikmakî bi qasê mafê şîrê dayîkê helal û meşrû ye.

Saçilik got ku "di vê mijarê de mafê tu tirkekî tune ku di derbarê zimanê zikmakî de bibêje ‘erê' an ‘na' zimanê kurdan heye û mafê wan ê perwerdehiyê jî helbet heye." Çawa ku kesekî sunî di derbarê elewiyan de mafê wî yê biryardayînê tune ye, herwiha mafê tirkan jî tune ku di derbarê zimanê kurdan de biryarê bidin. Her milet dikare li ser zimanê xwe biryara xwe bide û bi kar bîne.

 

Bi heman mijarî:

Li Kolombiyayê îro hilbijartin tên lidarxistin
Ehmed Hacî Reşîd: Heger 10%ê dengan cuda bibin, divê hilbijartin dubare bibin
‘Dibe ku li Tirkiyeyê carek din hilbijartin neyên lidarxistin'
'Ez bêm hilbijartin, ez ê Esadî vexwînim Enqereyê'
Etîketan:
veli saçilik, hdp, hilbijartin, enqere
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de