19:12 23 Hezîran 2018
selahattin demirtaş

Demirtaş: Em ê benda hilbijartinê derbas bikin

© Sputnik / Alexey Kudenko
Tirkiye
Lînkê kurt
0 0 0

Namzedê serokomariyê yê HDPê Selahattin Demirtaş bal kişand ser şert û mercên neadilane yên hilbijartinan û got, karmendên îdarî yên AKPê hewl didin dengdêran bibin bajarên kurdan. Demirtaş anî ziman ku HDP wê di bin bendê de nemine û heta wê 7ê Hezîranê derbas bike.

Namzedê serokomariyê yê HDPê Selahattin Demirtaş, ku ji 4ê Mijdara 2016an û vir ve di Girtîgeha Tîpa F ya Edirneyê de girtî ye, ji DW Tirkî bersiva pirsên Banu Guven da û anî ziman ku girtina wî bi tevahî biryareke siyasî ye.

‘HETA CIHEKÎ DIKARIN ME LI VIR BIGIRIN'

Demirtaş got, "Ger hiqûq were pêkanîn û bi awayekî serbixwe darizandin were kirin, ez ê werim berdan. Lê di vê atmosferê de niha tiştekî wisa nayê xuya. Dadgerî di bin wesayeteke tund de ye. Lê sedemên wan ên ji bo girtina me gelekî lawaz in û ji ber vê yekê fişara li ser dageriyê heta dereke dikare bikêr were û nikaribe êdî me li vir bigire."

Selahattin Demirtaş di axaftina xwe de rexne li TRTê û medyaya sereke girtin û derbirî ku ew medya wekî ku HDP û ew beşdarî hilbijartinan nabin, tevdigerin: "Ji bo ez mafê xwe yê axaftinê yê di TRTê de bi kar bînim, hinek danûstandinên niviskî dikin."

selahattin demirtaş
© Sputnik / Alexey Kudenko
‘GER BÊUSÛLTÎ WERE KIRIN, DIBE KU EM DI BIN BENDÊ DE BIMÎNIN'

Namzedê HDPê Demirtaş destnîşan kir ku him ew him jî partiya wî tenê ne bendê, wê rêjeya xwe ya di hilbijartinên 7ê Hezîrana 2015a de derbas bikin û got, "Ger binpêkirin û bêusûltî di asta herî bilind de were kirin û di hilbijartineke ne rewa de dibe ku ew di bin bendê de bimînin. Em dibînin ku ji niha ve amadehiyên vê yekê jî tên kirin. Karmendên rêveberiyê yên AKPê her roj ji bo ku bi qasî serjimara navçeyeke mezin dengdêran bibin bajarên kurdan, serî li Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) didin."

Bi heman mijarî:

Nûnerê HDPê: Hêvîdar im partiyên kurdan dengê xwe li derveyî doza neteweyî nedin
HDPê bo berdana Demirtaş gavek din avêt
Li Hatayê êrîşî namzeda HDPê kirin
HDPê daxwaz kir Demirtaş bikare bi telefonê beşdarî bernameyeke televizyonekê bibe
Mustafa Ozçelik: Tifaqa Kurdistanî xwest bi HDPê re li hev bike lê hinekan nexwest
Etîketan:
bend, Namzedê serokomariyê yê HDPê, Selahattin Demirtaş, Edirne
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de