20:17 20 Hezîran 2018
Sezgin Tanrikulu CHP Amed

Tanrikulu: Bi dirûşma xizaniyê hatin wê bi zemê jî biçin

Tirkiye
Lînkê kurt
Sertaç Kayar
0 0 0

Parlamenterê CHPê yê Stenbolê Sezgin Tanrikulu diyar kir ku, “AKP di sala 2002an de bi diruşma 3 ‘Y’ xizanî, bêrêtî û rakirina qedexeyan hatin. Lê niha rewşa awarte û qedexe heye, bêkarî, xizanî û bêrêtî zêde bûye. Piştî 16 salan dîsa dibêjin em ê wan rakin. Ev 16 sal e hûn li ku bûn? Bi 3 ‘Y’yan hatin û niha dê bi yek ‘Z’yekî jî (zem) biçin.

Parlamenterê Partiya Komara Gel (CHP)ê yê Stenbolê Sezgin Tanrikulu li Amedê têkildarî pirsgirêka kurd û mijara hilbijartinê axivî û diyar kir ku di bernameya xwe ya hilbijartinê de cih dane pirsgirêka kurd û ji bo çareseriyê pêşniyarên xwe ragihandine û got: "AKPê 16 sala li ser vê pirsgirêkê rant bi dest xist. Em dibêjin ev pirsgirêk bi dîyalogê û li parlamentoyê çareser dibe. AKP mijara kurd xistîye nava bernameya xwe. Hêvî dikim ku gelê kurd vê bibîne û ji politîkayên AKPê re bêje êdi bes e."

‘BI 3 'Y'ya HATIN, DÊ BI YEK 'Z'yê BIÇIN

Tanrikulu wiha berdewam kir "AKP di sala 2002an de bi diruşma 3 ‘Y' hat. 3 ‘Y' Xizanî, bêrêtî û rakirina qedexeyan bû. Niha rewşa awarte û qedexe hene, bêkarî, xizanî û bêrêtî zêde bûne. Piştî 16 salan niha dîsa dibêjin em ê wan rakin. Ev 16 sal e hûn li ku bûn? Bi 3 ‘Y' yan hatin û niha dê bi yek ‘Z'ê biçin. Ew jî zem e. Dê di 24ê Hezîranê de bi sindoqan biçin. Gelê kurd dê divê hilbijartinê de deftera AKPê bigire."

‘HERTIM DIBÊJIN HERÊM BI EWLEYE, MADEM HERÊM BI EWLEYE ÇIMA HÛN CIHÊ SINDOGAN DIGUHERÎNIN'

Tanrikulu têkildarî guhertina cihê sindoqan jî wiha got "Li 16 bajaran cihê sindoqan guhertin û ev bandorê li 144 hezar hilbijêran dike. Armanca wan zexta li ser hilbijêran bikin û wiha bi serkevin. An jî di sindoqan de encamê biguherînin. Herdem dibêjin ‘êdi herem ewle ye', heger herem ewle be ji bo çi hûn cihê sindoqan di guherinîn. Ez ji bo xwedîderketina sindoqan bang li gel dikim."

Bi heman mijarî:

Tanrikulu: Hikumet 81 bajarên Tirkiyê bi rejîma zilmê birêve dibe
Tanrikulu: Em siyaseta sivîl dimeşînin, em dê tu carî kamuflajan li xwe nekin
Sezgin Tanrikulu bi gûmana krîza dil rakirin nexweşxaneyê
Tanrikulu: Ev biryarnameyên faşîzmê ne
Etîketan:
chp, erdogan, amed, amed
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de