10:08 19 Hezîran 2018
Partiyên Kurdistanî

Baksî: Piştî karesata Kerkûk û Efrînê jî kurdan tifaq ava nekirin

© Sputnik / Sertaç Kayar
Tirkiye
Lînkê kurt
Abdulhakim Günaydın
0 03

Di tifaqavanekirina HDP û Partiyên Kurdistanî de çi qas bandora çepgirên tirk heye, kurdên dîasporayê ji bo avanekirina tifaqê çi difikirin.

Nivîskar û aktîvîstê kurd li Swêdê Kurdo Baksî yekîtiya partiyên kurd, benda hilbjartin û bandora çepgirên tirk a ser HDPê ji ajansa Spûtnîk Kurdistanê re şîrove kir. Li gor Baksî digel bûyerên Kerkûk û Efrînê jî cihê mixabîniyê ye ku kurd hê jî di nav xwe nikarin tifaq û yekîtiyê ava bikin.

‘EGER EW TIFAQ PÊK BIHATA HDP WÊ JI SEDÎ 15 DERXISTA'

Nivîskar û kurdê li dîasporayê Kurdo Baksî got: "Di serî de dixwazim vê bejim ku beriya her tiştî divê HDPê cebheyek, koalîsyoneke Kurdistanî ava bikira. Ji ber ku piraniya dengdêrên HDPê kurd in û xelkê Kurdistanê ne. Em hemû dizanin hem bandora çepên tirk û hem jî dengên wan pir kêm in. Bi baweriya min HDPê bi çepên kurd û cebheya Kurdistanî re tifaq ava bikira wê ji sedî 15 bi dest bixistana. Niha ji bo nebûna tifaqê naxwazim li sûcdaran bigerim, lê dizanim ku wê encamên wê pir nebaş bin. Hemû peymanên cihanê li ser danûstandinê ne. Car caran dibe hemû peyman nebin qezenç. Li gor agahiyên berdestê min Hevserokê HDPê Sezai Temelli nexwes peymana HDPê ya bi Partiyên Kurdistanê re pêk were."

‘KURD JI TRADEJIYAN DERS WERNAGIRIN'

Aktîvîstê kurd Kurdo Baksî di berdewamiya axaftina xwe de got: "Ji gelek bajarên Kurdistanê yên wek Amed, Wan, Êlih û yên din digerin û ji bo meseleya netifaqê gazinên xwe tînin ziman. Mijar nesûcdarbûna şexsan e ji bo ku şexs îro hene sibê tunene, lê divê em vê jî jibîr nekin ku eger HDP benda sedî 10 a hilbijartinê derbas neke ev kesên ku tifaq nexwestine sûcdar in. Ji bo ku neheqiyeke mezin wê li kurdan bibe. Piştî bûyera ku li bajarê Kerkûkê qewimîn, piştî bûyera Efrînê kurdan ders wernegirtin û di nava xwe de tifaq û yekîtiyek ava nekirin. Mixabin em ji tradejiyan ti dersan dernaxin. Halbukî piştî van bûyerên navborî divê me bikaribûna tifaqeke gelekî xurt û hemû beşên kurdan di nav de ava bikira."

NEBÛNA PARTIYÊN KURDISTANÎ WÊ BANDOREKE ÇAWA LI HDPÊ BIKE?

Kurdo Baksî di dirêjiya axaftina xwe de ji bo benda ji sedî 10a hilbijartinê got: "Mirov gelek ji heval û hogirên xwe gazinca dike û ev tiştekî ji rêzê ye. Di meseleya HDPê kurd gazincan dikin, lê dawiya dawî jî wê dengê xwe bidin û nahêlin di benda hilbijartinê de bimîne. Helbet em jî û hemû kurd jî dixwazin benda hilbijartinê derbas bike. Ji bo nebûna cebheya Kurdistanî wê dengên wê pir nezêde bin û li gor texmînên min ji sedî 10.5 û 11an de wê dengan wergire. Lê dîsa li bajarên Kurdistanê divê xebata zêde bike û xwebi şens ve girê nede. Eger HDP bikaribe baş meseleya kurdan li bajarên Kurdistanê bîne ziman wê dengê xwe zêde bike û jixwe gel vê demê ji Erdogan jî gelekî aciz in. Tabî bajarên wek Stenbol, Enqere û Îzmîr jî divê neyên jibîrkirin."

'DIBE EV ŞENSEKÎ DAWIYÊ BE JI BO KURDAN'

Baksî di dawiya axaftina xwe de got: "Kurd vê carê divê hisabekî baş bikin ji bo ku hem di hilbijartina parlamentoyê de û hem jî di ya serokomariyê de xwediyê roleke girîng in. Yanî niha kilîd in. Kurd bi biryar dengê xwe bidin kê ew biser dikeve. Ev dengdan wê pir bi zahmetî derbas bibe û divê em xwe nexapînin. Ji bo kurdan ti ferq di navbera CHP, MHP, IYI Partî û Partiya Saadetê de tuneye. Di meseleya pirsgirêka Kurdî de hemû yek in. Dibe ev şensekî dawiyê be ji bo kurdan û divê ev şens baş were bikaranîn."

Bi heman mijarî:

Times: Tifaqa Erdogan û Bahçeli zirar li kurdan kir
KNKê: Ji bo Helepçeyên nû çênebin tifaqa kurdan pêwist e
'Tifaqa AKP-MHPê li ser dijminatiya kurdan tê meşandin'
Buldan: Tifaqa Kurdistanî ji bo pêşeroja kurdan gelek girîng e
Etîketan:
Tifaqa Partiyên Kurdistanî, AKP, HDP, Kurdo Baksî, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de