00:39 18 Hezîran 2018
Polês

Dîmenên perçiqandina pîra 85 salî ji aliyê wesayîta polîsan ve derket holê

© AP Photo /
Tirkiye
Lînkê kurt
0 0 0

Dîmenan wesayîta zirxî ya polîsên tirk ku çawa dide ser pîra 85 salî Pakize Hazar a li navçeya Liceyê ya Amedê derket holê.

Li Licêya Amedê, di 14ê Hezîrana 2017an de dema Pakîze Hazara 85 salî ji bo meaşê xwe wergire diçû PTTê, li Kolana Mumîn Aga li ber avahiya PTTê wesayîta zirxî ya polîsan dabû ser û wê perçiqandibû. Dîmenên perçîqandina pîra 85 salî derket holê.

Di dîmenan de tê dîtin ku tevî hişyariya welatiyekê, wesayîta polîsan nasekine û pîra 85 salî di perçiqîne û bi rêya xwe dewam dike.

Piştî bûyerê Îdianame ji aliyê Dadgeha Cezayê Asliyeyê ya Liceyê ve hat qebûlkirin û bi tawanbariya "Bi awayekî qisûrdar bûye sedema mirinê" di navbera 2 û 6 salan de cezakirina çawîşê Pispor S.K. yê ajokarê wesayîta zirxî yê bi awayekî negirtî tê darizandin hat xwestin. Hat ragihandin ku dîmenên derketin holê wek delîl di dosyayê de cih girtiye.

Li gorî nûçeya Mezopotamya Ajansê di navbera 27ê Nîsana 2016an û 30ê Berfenbara 2017an de li Amedê 10 kes di encama bûyerên wesayîtên polîs û leşkeran ve hatin kuştin. Di 27ê Nîsana 2016an de li ser Kolana Gevran a Ofîsê Hatun Elhuman a 55 salî di bin wesayîta polîsan de ma û can da. Pakize Hazar a 85 salî di 14ê Hezîrana 2017an li navçeya Liceyê ya Amedê di bin wesayîta polîsan de can da. Di 18ê Hezîrana 2016an de Mahmut Oner (74), Mevlut Dagtaş (64), Abdulhamit Dagtaş (63), Fikri Demirbaş (53) û Zeynep Demirbaş (76) ya li deşta Fisê ya navçeya Liceyê di encama qelibandina wesayîta polîsan de can dan. Di encama qelibandina wesayîta polîsan a li ser riya Amed-Çewlikê di 19ê Hezîranê de Remzi Menteşe û zaroka 8-10 salî can dan. Ferhat Dalkiliçê 5 salî di 30ê Berfenbara 217an de li Xeçereya Seyrantepeyê di bin wesayîta polîsan de ma û can da.

Bi heman mijarî:

Revandina keçekê bû sedema şerê eşîran: 2 jê polîs 17 birîndar
Polîs êrîşî çalakvanan kir: 12 kes mirin
Milîtanan li Dantewadayê êrişî polîsan kir: 6 polîs hatin kuştin û yek jî birîndar bû
DAIŞê li Kerkûkê êrişî Heşda Şeibî û polîsan kir: 4 jê polîs 6 kuştî û 2 birîndar
Li Kerkûkê fermandarekî din ê Heşda Şeibî hat kuştin û 6 polîs jî birîndar bûn
Etîketan:
dîmen, Pakize Hazar, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de