09:09 18 Hezîran 2018
Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan

Erdogan ji Pûtîn re: Divê di pêvajoyên çareseriyê yên pirsa Sûriyê de PYD/YPG cih negirin

© REUTERS / Ümit Bektas
Tirkiye
Lînkê kurt
0 03

Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan bi telefonê derheqê YPGê de axivîn. Hate ragihandin ku her du serokan di serî de mijara Sûriyeyê, têkiliyên aboriyê û enerjiyê yên di navbera her du welatan de nirxandin.

Li gorî çavkaniyên ji Serokomariya Tirkiyê herdu serokan ji bo ku rê li ber çareseriya siyasî ya pirsa Sûriyê vebe bal kişandine ser destkeftiyên pêvajoya Astanayê û destnîşan kirin ku ji bo ku pêvajoya di çarçoveya Neteweyên Yekbûyî (NY) bi awayekî karîger berdewam bike pêwist e hikûmet û opozîsyona Sûriyê bi awayekî avaker tevbigerin.

ERDOGAN: DI PÊVAJOYÊN ÇARESERIYÊ YÊN PIRSA SÛRIYÊ DE PYD/YPG CIH NEGIRIN

Wê çavkaniyê da zanîn ku herdu serokan bal kişandiye ser yêkrêziya xaka Sûriyê û Erdoganî ji Pûtînî re gotiye ku divê di pêvajoyên çareseriyê yên pirsa Sûriyê de PYD/YPG cih negirin.

‘DIVÊ SÛRIYÊ NEBE QADA ŞER A ÎRAN Û ÎSRAÎLÊ'

Erdogan û Pûtîn teqezî li ser wê yekê kirin ku divê Sûriyê nebe qada şer a Îran û Îsraîlê.

Heman çavkaniyê da xuyakirin ku Pûtîn û Erdogan li ser mijarên enerjiyê yên weke Santrala Nukleer a Akkuyuyê (NGS) û Herka Tirk jî axivîn û di vî babetî de kêfxweşiyên xwe anîne zimên. Herwiha di wê peywendiya telefonî de serokên rûsî û tirkî destnîşan kirin ku di warê peywendiyên du alî de bikaranîn pereyên netewî gelekî girîng e.

 

Bi heman mijarî:

‘Pûtîn û Erdogan heta hilbijartinan ti hevdîtinekê nakin’
‘Dibe ku Pûtîn bi Erdogan û Rûhanî re dawiya Tebaxê an jî serê Îlonê bicive'
‘Dibe ku civîna Pûtîn, Erdogan û Rûhanî meha Tebaxê an jî Îlonê pêk were'
Kremlîn: Erdogan û Pûtîn bi rêya telefonê axivîn
Peskov: Pûtîn û Erdogan behsa sewqiyata berhemên çandiniyê kir
Etîketan:
Peywendiya Telefonê, Vladimîr Pûtîn, Recep Tayyip Erdogan, Sûriye, Tirkiye, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de