09:10 18 Hezîran 2018
selahattin demirtaş

HDPê bo berdana Demirtaş gavek din avêt

© Sputnik / Alexey Kudenko
Tirkiye
Lînkê kurt
0 10

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bo berdana namzedê serokomariyê Selahattin Demirtaş serî li Dadgeha Bingehîn a Tirkiyeyê da.

Piştî ku pêşniyaza HDPê ya bo berdana namzedê serokomariyê Selahattin Demirtaş ji aliyê dadgehê ve hat redkirin, parêzeran îro serî li Dadgeha Bingehîn dan. Parêzerê Selahattin Demirtaş Mahsuni Karaman serîlêdan li ser twitterê ragihand: "Pêşniyaza bo berdana birêz Demirtaş me serîlêdana şexsî li Dadgeha Bingehîn a Tirkiyeyê da."

Dadgeha Cezaya 19em a Enqereyê, bi hinceta ku kontrola edlî dê ne bes be dazwaza berdana Demirtaş bi pirdengiya neyînî red kiribû.

Etîketan:
dadgeh, girtîgeh, berdan, demirtaş, HDP, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de