10:08 19 Hezîran 2018
Selahattin Demirtaş

'Ji bo destpêkirina şerê Erdogan û Bahçeli hindik maye'

© AP Photo / Emre Tazegul
Tirkiye
Lînkê kurt
0 20

Namzedê serokomariyê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattin Demirtaş derbarê siyaseta Tirkiyeyê û hilbijartina serokomariyê ya 24ê Pûşberê de axivî. Demirtaş li ser tifaqa AKP-MHPê de jî got, "Hindik ma ye ku pirê derbas bikin, şerê Erdogan û Bahçeli nêz e."

Namzedê serokomariyê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattin Demirtaş daxuyand ku armanca AKPê bi tenê ew e ku dewlet bi yekzilamî bê birêvebirin, çi dibêjin bila bibêjin nikarin vê rastiyê veşerin: "AKP ji bo rejîmek otorîter ji hilbijêran dengan dixwaze, dixawzin veşêrin lê nikarin, êdî herkes nêta wan ya rasteqîn dizanin."

'GUNEHÊ BAHÇELI ZÊDE YE, XWEDÊ BAHÇELI EFÛ BIKE'

Demirtaş li ser pirsa derbarê serokê Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) Devlet Bahçeli ku efuyê dixwaze de jî got ku xwedê Bahçeli efû bike, gellek guneh dan ser, li Tirkiyeyê bi sedhezaran mirovên bêsûc ceza girtin, divê ev pirsgirêk demildest bê çareserkirin, heke bi efuyê, heke bi hin çareserkirinên din. Namzedê HDPê bibîr xist ku Erdogan dê heta hilbijartinê Bahçeli bikarbîne, di demek nêz de şerê herduyan wê dest pê bike, wê demê ez ê baştir bêm fêhmkirin.

'ARMANCA WAN EW KU BEŞDARBÛNA DENGDÊRÊN HDPê KÊM BIKIN'
Demirtaş li ser biryara veguhastina sindoqan da zanîn ku armanca wan bi tenê HDP ye, dixwazin beşdarbûna dengdêrên HDPê kêm bikin, ji ber ku biryarên YSKyê teqez in nayên guhertin jî, ji ber vê jî divê em tevdîran bigrin ku gel bibin ser sindoqan.

Namzedê serokomariyê yê HDPê selahattin Demirtaş bilêv kir ku HDP dê di hilbijartinan de bendê derbas bike çimkî gel destûrê nade ku HDP di bin bendê de bimîne, dê li partiya xwe xwedî derkeve.

Bi heman mijarî:

HDPê daxwaz kir Demirtaş bikare bi telefonê beşdarî bernameyeke televizyonekê bibe
Demirtaş: Em dê her dibistaneke li welêt veguherînine hêlîneke zanistê û hezê
Demirtaş: Ez ê lêborînê ji TRTê bixwazim
Partiyeke din dê piştgiriyê bide Demirtaş û HDPê
Etîketan:
hilbijêr, dengdêr, hilbijartin, Selahattin Demirtaş, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de