22:22 18 Hezîran 2018
hdp-mîtîng

Namzedê parlementeriyê yê xwendekar li qaxiza ezmûnê ji dêvla puanan ji mamoste deng xwest

© Sputnik / Sertaç Kayar
Tirkiye
Lînkê kurt
Tirkiye diçe hilbijartinên pêşwext (165)
0 0 0

Namzedê ciwan ê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Stenbolê Ozgenler li kaxiza ezmûnan ji dêvla notan xwest ku mamoste dengê xwe bidin wî. Ozgenler kaxiza xwe ya ezmûnan ji hesabê xwe yê medyaya civakî parve kir.

Yek ji taybetmendiyên hilbijartinên 24ê Hezîranê jî namzedên ciwan in. Piştî ku li Tirkiyê temenê namzedbûna parlementeriyê dakete 18 salan, gelek  ciwanan da ku bibin namzed serî li partiyên cur bi cur dan. Yek ji van namzedan jî namzedê HDPê yê Stenbolê Ozan Ozgenler e.

Ozgenlerê ku halê hazir li Zanîngeha Mimar Sinanê di beşa zanistên civakî de xwendekar e, li herêma duyemîn a Stenbolê di rêza 22emîn de namzedê parlementeriyê ye. Ozgenler li kaxiza ezmûnan ji dêvla notan xwest ku mamoste deng bidine wî. Namzedê ciwan kaxiza xwe ya ezmûnan ji hesabê xwe yê medyaya civakî parve kir.

Ozgenler di parvekirina xwe dibêje: "Me vê carê guhertinek kir, ji dêvla puanan me ji mamaoste deng xwest. Me ev yek jî li kaxiza xwe ya ezmûnan nivîsand."

Mijar:
Tirkiye diçe hilbijartinên pêşwext (165)

Bi heman mijarî:

HDP lîsteya parlamaneteran îro radestî YSKyê dike, gellek navên nû hene
Onder: HDP wê ji sedî 14ê dengan bistîne
Demirtaş: Ger HDP bendê derbas bike, hûn dikarin ji AKPê re bibêjin oxir be
Buldan: Eger HDP li derveyê parlamentoyê bimîne wê dîsa hilbijartin çêbibe
Etîketan:
Namzedê Ciwan, Namzedê HDPê, Hilbijartin, Ozan Ozgenler, Partiya Demokratîk a Gelan(HDP), HDP, Stenbolê, Stenbol
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de