22:12 18 Hezîran 2018
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron

Macron piştgirî da kovara ku ji Erdogan re gotibû ‘dîktator'

© AFP 2018 / LUDOVIC MARIN
Tirkiye
Lînkê kurt
0 10

Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron piştgirî da kovara frensî Le Pointi ku di hejmara xwe ya dawî de ji Serokomar Recep Tayyip Erdogan re gotibû ‘dîktator'.

Kovara frensî ya bi navê Le Pointi piştî di serrûpelê xwe de ji bo Erdogan peyva ‘dîktator' bikar anî rastî tehdîdan hat. Macron piştgirî da kovarê û ragihand ku êrişa ser kovarê nayê qebûlkirin, azadiya çapemeniyê tiştêkî bêbûhaye.

​Li gor nûçeya BBC Tirkî, alîgirên Erdogan li Fransayê kovara Le Pointi tacîz kirin û hewldan xebatkaran bitirsînin. Serokomarê Fransayê derbarê bûyerê de daxuyaniyek belav kir. Macron di tweeta xwe de got: "Azadiya çapemeniyê tiştekî bêbûhaye. Bê wê dîktatoriyet e."

​Berdevke Serokomarê Tirkiyeyê Îbrahîm Kalin jî ji bo kovarê gotibû: "Kovara frensî ji Erdogan re gotiye dîktator. Em dizanin armanca wan çi ye. Millet û xelkê mezlûm her tiştî dibîne. Rojên ku Tirkiye dîrektîf ji we digirtin li paş man. Bi gotina ‘dîktator' hûn nikarin wan rojan paşve bînin.

Bi heman mijarî:

Macron û Erdogan axivîn: Li Efrînê aramiya xelkê sivîl hatiye dabînkirin
Tirkiye: Macron di hevdîtina Erdogan de behsa Efrînê nekiriye
Macron û Erdogan li ser operasyona Efrînê axivîn
Erdogan bi Macron re bi telefonê axivî
Erdogan û Macron li ser Sûriye û Iraqê axivîn
Etîketan:
Serokomarê Fransayê, Emmanuel Macron, Fransa, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de