22:31 18 Hezîran 2018
Euro, dolar, sterlin, pere, dovîz

Piştî mudaxelayên Bankaya Navendî rewşa dolar guherî

© REUTERS / Murad Sezer
Tirkiye
Lînkê kurt
0 0 0

Piştî hemleyên Bankaya Navendî di piyasayan de bihayê dolar li Tirkiyeyê daket navbera 4.56-4.58an û herwiha li gor reqemên duh bi heman bihayî tê kirîn û firotin.

Bankaya Navendî ya Tirkiyeyê ji serê mehê û vir de lîkîdîteya dolar gîhand 10 mîlyar dolaran û ji aliyê din ve jî di faîzan de 300 pûan zêdetir kir ku li hemberî lîreyê tirk bikeve. Piştî van geşedanan bankayê eşkere kir ku dê polîtîkaya zelalkirinê jî bimeşîne.

Hemleyên Bankaya Navendî nirxê dolar li hemberî lîreyê tirk li gor hefteya par ji 4.90î daxist 4.55an. Dolar îro bi 4.58an ve dest bi rojê kir, euro jî bi 5.33an ve dest diguherîne.

Bi heman mijarî:

Di roja dawî ya hefteyê de dolar gihîşte çi qasî?
'Erdogan qumara siyasî lîst ev jî bû sedema zêdebûna bihayê dolar'
Commerzbank: Tirkiye li benda hezîranê bimîne dibe dolar bigihîje 6 lirayî
Etîketan:
pere, dovîz, euro, dolar, Bankaya Navendî, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de