01:27 18 Hezîran 2018
Şervanê kurd

PKK: 11 leşkerên tirk hatin kuştin

Tirkiye
Lînkê kurt
0 30

Navenda ragihandin û çapemeniya HPGê ragihand ku di encama du êrîşên cuda de, li sînorê bajarê Colemêrgê 11 leşkerên Tirkiyê hatine kuştin û 2 endamên wan jî canê xwe ji dest dane.

Li gorî nûçeya ajanseke nêzîkî Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) hêzên wan li navçeyên Şemzînan û Geverê yên bi Colemêrgê ve girêdaî êrîşî baregehên artêşa Tirkiyê kirine.

Li gorî daxuyaniya HPGê di encama wan êrişan de li Şemzînan û Geverê 7 leşker, li çiyayê Mawa 3 leşker û li Berwariyê jî leşkerek, bi tevahî 11 leşkerên Tirkiyê hatine kuştin û 2 endamên wan jî canê xwe ji dest dane. Li gorî heman daxûyaniyê, piştî êrîşa PKKyiyan bi ser baregehên artêşa Tirkiyê yên li çiyayê Bêzelê ya Şemzînanê, balafir û helîkopterên şer ew dever bi tundî bombebaran kirine.

Hêhayî gotinê ku heta niha artêşa Tirkiyê derbarê wan êrîşan de ti daxûyanî nedane.

Bi heman mijarî:

PKK li dijî Îsraîlê daxuyanî da
PKK: Me li Bakur û Başûrê Kurdistanê 5 leşkerên tirk kuştin
Hilbijartina pêşwext û têkiliya wan bi Efrîn û pêvajoya navbera PKK û Tirkiyeyê re?
PKK: Di şerê li Sêrtê de 7 endamên me hatin kuştin
PKK: Me li sê baregehên Tirkiyeyê yên li herêma Barzanê 5 leşkerên tirk kuştin
Dîroknasa ku gotibû ‘PKK ne rêxistineke terorî ye’ bi cizayê girtîgehê hat sizadan
Etîketan:
Jiyan, Daxuyanî, Şer, PKK, Tirkiye, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de