05:43 21 Hezîran 2018
Recep Tayyip Erdogan

Avakarê AKPê bangî Erdogan kir: Tirkiye ber bi felaketekê ve diçe

© REUTERS / Stoyan Nenov
Tirkiye
Lînkê kurt
0 20

Avakarê AKPê û namzedê parlamenterî yê CHPê yê Konyayê Abdullatif Şener di axaftina xwe de Erdogan rexne kir û ragihand ku Tirkiye ber bi felaketekê ve diçe.

Cîgirê Serokwezîrê berê û namzedê parlamenterî yê CHPê yê Konyayê Abdullatif Şener di axaftina xwe ya danasîna parlamenterên Konyayê de got: "Serokomar Recep Tayyip Erdogan ti meqam bi min nedaye qezençkirin, le hemû meqamên xwe bi saya min bi dest xistin. Desthilata 16 salî westiyaye û êdî zirarê dide welat."

Abdullatif Şener di berdewamiya axaftina xwe de got: "Em dibînin piştî desthilata 16 salan Erdogan westiyaye û bi helwesta xwe êdî zirarê dide Tirkiyeyê. Ev betlandin hêrs û şidetê li pey xwe tîne û ev nayê qebûlkirin. Hemwelatiyên me nikarin tehemûla vê zilmê bikin."

Şener di dirêjiya axaftina xwe de got: "Ji ber tweetekê bi îdîaya heqareta li serokomar bi 4 sal û 6 mehan doz li min vekirin. Ev nayê qebûlkirin. Ez tiştên rast dibêjim û li derdora Erdogan kesî ku rastiyê jê re bêje tuneye. Tirkiyeyê ber bi felaketekê ve diçe û kes newêre bêje ev şaş e."

Bi heman mijarî:

‘Pûtîn û Erdogan heta hilbijartinan ti hevdîtinekê nakin’
CHP: Di tûra duyem a hilbijartinan de li hemberî Erdogan kî hebe em dê piştgiriya wî bikin
HUDA-PARê piştgiriya xwe bo Erdogan ragihand
‘Dema Erdogan dertê ser ekranê milet kanal diguherîne’
Cîgirê Serokê AKPê: Hetanî Erdogan nebe serok xanima me li me heram e
Etîketan:
CHP, AKP, Abdullatif Şener, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de