09:46 23 Hezîran 2018
Meral Akşener

Akşener: Min nedîtiye ku HDPiyan sûcek kiriye

© AFP 2018 / ADEM ALTAN
Tirkiye
Lînkê kurt
Tirkiye diçe hilbijartinên pêşwext (183)
0 0 0

Seroka Giştî ya IYI Partiyê û namzeda serokomariyê di hilbijartinên 24ê Hezîranê de Meral Akşener got, “Birêz Demirtaş ceza nexwariye. Namzediya wî hatiye qebûlkirin. Lewma jî divê di şertên wekhev de kampanyaya xwe bike.”

Akşener beşdarî bernameyeke radyoyeke Tirkiyeyê bû û derbarê hilbijartinan de bersiva pirsan da.

'DIVÊ BIRÊZ DEMIRTAŞ DI ŞERTÊN WEKHEV DE KAMPANYAYA XWE BIKE'

Akşener li ser rewşa namzedê HDPê yê serokomariyê Selahattîn Demirtaş diyar kir, "Birêz Demirtaş ceza nexwariye. Namzediya wî ji aliyê YSKê ve hatiye qebûlkirin. Lewma jî divê di şertên wekhev de kampanyaya xwe bike. Em bibêjin ev kampanya bidawî bû (bangeşeya hilbijartinê) û Demirtaş jî hat bereatkirin. Dê Tirkiye çawa vê vebêje. Min roja roj gotiye ku ev şaş e. Hîn jî xwedî heman nêrînê me."

'MIN NEDÎTIYE KU HDPYIYAN SÛCEK KIRIYE'

Meral Akşener got ku pirsgirêka HDPê tenê ew e ku mesafe nedaniye navbera xwe û PKKê, lê heta niha jî wê li dema seroktiya xwe ya parlamentoyê nedîtiye ku parlamentarên HDPê gotineke sûc tê de hebe kirine.

'PIŞTÎ GOTINA (EM TE NAKIN SEROK) HER TIŞT GUHERÎ'

Akşenerê herwiha diyar kir, helwesta dijî HDPê piştî gotina ‘Em te nakin serok' ya bangeşeya hilbijartinê derketiya pêş û piştî wê gotinê jî sîstem guherî ye.

Namzeda IYI Partiyê got ku heger wê demê ew li parlamentoyê bûya rewş nedihat vê astê û li ser hilbijêrên kurd jî da xuyakirin ku li bajarên kurdan her kes dengê xwe nade HDPê, li gor zanyariyên wê dê kurd deng bidin wan jî.

Mijar:
Tirkiye diçe hilbijartinên pêşwext (183)

Bi heman mijarî:

National Interest: Rûsya pir nêzîkî pûçkirina teknolojiya amerîkî bûye
Li Efrînê 4 endamên PDK-Sê hatin girtin
Johnny Depp taybetmendiya herî balkêş a keçên rûsî vegot
‘Pûtîn û Erdogan heta hilbijartinan ti hevdîtinekê nakin’
CHP: Di tûra duyem a hilbijartinan de li hemberî Erdogan kî hebe em dê piştgiriya wî bikin
Etîketan:
Meral Akşener, Selahattîn Demirtaş, IYI Partî, HDP, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de