09:49 23 Hezîran 2018
Kemal Kiliçdaroglu

Kiliçdaroglu: Dewlet bi rêxistina terorê re narûne, pirsa kurd li parlamenê çareser dibe

© AFP 2018 / ADEM ALTAN
Tirkiye
Lînkê kurt
Tirkiye diçe hilbijartinên pêşwext (183)
0 02

Serokê Giştî yê Partiya Komariya Gel (CHP) Kemal Kiliçdaroglu got ku heger ew bên hilbijartin dê teqez pirsa kurd çareser bikin, lê li şûna rûniştina bi rêxistina terorê re ew dê li parlamentoyê pirsê çareser bikin.

Kiliçdaroglu beşdarî bernameya NTVyê bû û derbarê hilbijartinên serokomarî û parlamentoyê yên 24ê Hezîranê yên Tirkiyeyê de daxuyanî dan.

‘DIVÊ HDP DI PARLAMENTOYÊ DE CÎ BIGIRE'

Kiliçdaroglu li îhtimala ku HDP benda hilbijartinê derbas neke got, "Li gor rapirsiyan xuya dibe ku bendê derbas dike. Divê HDP bendê derbas bike û di parlamentoyê de cî bigire. Wek CHP em dibêjin, partiyek ji sedî yekê dengan jî bistîne cihê siyaseta giştî parlamento ye."

‘EM BI BIRYAR IN PIRSA KURD ÇARESER BIKIN'

Serokê CHPê derbarê çareserkirina pirsa kurd jî diyar kir, "Cihê çareserkirina vê kêşeyê parlamento ye. Nabe ku dewlet biçe bi rêxistineke terorî re rûne. Tekane cihê çareserkirina vê pirsê parlamento ye. Em ê komisyonekê ava bikin ku dê tê de nûnerên hemû partiyan hebin. Em ê bi hev re yekîtiya fikrî pêk bînin û vê meselê çareser bikin. Em bi biryar in ku vê kêşeyê çareser bikin."

Mijar:
Tirkiye diçe hilbijartinên pêşwext (183)

Bi heman mijarî:

Pêşniyara nasîna ‘Qira Ermanan’ ji Parlamena Îsraîlê hat vekişandin
‘Pûtîn û Erdogan heta hilbijartinan ti hevdîtinekê nakin’
CHP: Di tûra duyem a hilbijartinan de li hemberî Erdogan kî hebe em dê piştgiriya wî bikin
Ehmed Hacî Reşîd: Heger 10%ê dengan cuda bibin, divê hilbijartin dubare bibin
HAK-PARê li Amedê namzedên xwe dane naskirin
Li Hatayê êrîşî namzeda HDPê kirin
Etîketan:
Kiliçdaroglu, CHP, HDP, Hilbijartin, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de