08:54 18 Hezîran 2018
Vladimîr Pûtîn û Recep Tayyip Erdogan

‘Pûtîn û Erdogan heta hilbijartinan ti hevdîtinekê nakin’

© Sputnik / Michael Klimentyev
Tirkiye
Lînkê kurt
0 0 0

Balyozê Tirkiyeyê yê li Moskowê Huseyîn Dirîoz da xuyakirin ku beriya hilbijartinên serokomarî û parlamentoya Tirkiyeyê, Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ti hevdîtinekê nakin.

Huseyîn Dirîoz bi minasebeta 200 saliya damezirandina Enstîtuya Şerqiyetê ya Akademiya Zanistên Rûsyayê axaftinek kir.

Dirîoz li ser mijara hevdîtina Pûtîn û Erdogan li demeke nêzîk ragihand ku divê ew hêvî neyê kirin, lewra li Tirkiyeyê hilbijartin hene û helmeta hilbijartinê gelekî tije derbas dibe.

Dirîoz da zanîn ku danûstandina herdu welatan di asta wezîrên derve û aboriyê de berdewam dike.

Bi heman mijarî:

Trump: Li Tirkiyê pêvajoyeke darizandinê heye lê darizandin ne ti darizandin e
Ehmed Hacî Reşîd: Heger 10%ê dengan cuda bibin, divê hilbijartin dubare bibin
HAK-PARê li Amedê namzedên xwe dane naskirin
Li Hatayê êrîşî namzeda HDPê kirin
‘Kirim dibe keleheke ku dagirkirina wê ne pêkan e'
Festîvala Zarokan a Amedê birêve diçe
Etîketan:
Hilbijartin, Erdogan, Pûtîn, Tirkiye, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de