13:28 23 Hezîran 2018
Serokê Giştî yê Partiya Gelî ya Komarî (CHP)  Kemal Kiliçdaroglu

CHP: Di tûra duyem a hilbijartinan de li hemberî Erdogan kî hebe em dê piştgiriya wî bikin

© REUTERS / Evrim Aydın
Tirkiye
Lînkê kurt
Tirkiye diçe hilbijartinên pêşwext (186)
0 20

Serokê Giştî yê Partiya Komariya Gel (CHP) Kemal Kiliçdaroglu beriya hilbijartinên 24ê Hezîrana ji NTVya tirkî re axift. Kiliçdaroglu got di tûra duyemîn a hilbijartinên serokomariyê de li hemberî Erdogan kî hebe ew dê piştgiriya wî bikin.

Serokê CHPê Kiliçdaroglu eşkere kir ku di tûra duyemîn a hilbijartinan de li hemberî Serokomarê Tirkiyê û namzedê Partiya Dadwerî û Geşedanê (AKP) Recep Tayyip Erdogan kî hebe ew dê piştgiriya wî bikin.

‘EM DÊ MAKEQANÛNEKE SIVÎL AMADE BIKIN'

Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu amaje kir ku hem ew dê posta serokomariyê bi dest bixin û hem jî dê di hilbijartinên parlementeriyê de bi ser bikevin. Kiliçdaroglu wiha axivî: "Em dê Serokomariyê jî bistînin, em dê hilbijartinên parlementoyê jî qezenç bikin. Em dê makeqanûneke sivîl amade bikin."

'WEKE SWÊDE EM DÊ BI GEL BIŞÊWIRIN'

Kiliçdaroglu, "Li Swêde dema ku otobanek hat çêkirin referandûm hat kirin, gel biryar da. Di gelek mijaran de bi gel dişêwirin. Em ê jî ligel hev biryar bidin."

'DÊ OHAL WERE RAKIRIN'

Kiliçdaroglu "Dema ku Muharrem (Ince) Beg were hilbijartin dê kurê şifêrekî posta serokomariyê bi dest bixe. Berî her tiştî ew dê OHALê rake."

Mijar:
Tirkiye diçe hilbijartinên pêşwext (186)

Bi heman mijarî:

Lîsteya CHP ya namzetên parlementeriyê diyar bû
CHP ji sê milan dadikeve sehayê
CHP roja înê namzedê xwe diyar dike
Ince: TUIK agahiyên şaş dide, divê hesap jê bê pirsîn
Muharrem Ince: Ez ê bi Esad re hevdîtinê pêk bînim
Ince: 'Ji bo ku Erdogan di referandumê de bi ser bikeve Demirtaş hat girtin'
Etîketan:
Serokê Giştî yê Partiya Gelî ya Komarî (CHP), Kemal kiliçdaroglu, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de