22:55 21 Hezîran 2018
mitînga HDPê

Li Hatayê êrîşî namzeda HDPê kirin

© REUTERS / Sertac Kayar
Tirkiye
Lînkê kurt
0 01

Li bajarê Hatayê komekê êrîş bir ser namzeda HDPê ya parlamentariyê Hulya Kavuk û kesên ligel wê serdana esnafan dikirin.

Namzeda parlamentariyê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya bajarê Hatayê Hulya Kavuk tevî hejmarek HDPiyan ji bo xebatên hilbijartinê serdana esnafan li navçeya Antakya kir.

Gruba HDPê ku gera xwe li gundên Dogan û Kisecikê berdewam dikir, li gundê Kisecik ê Antakyayê rastî êrîşa komekê hat.

Hat ragihandin ku dema êrîşê koma HDPiyan xwe spartiye kafeyekê û koma êrîşkar ligel heqaret û gefan ziyan gihandiye wesayîta wan.

Hat zanîn ku koma HDPî bi nezareta cendermeyan ji gund hatiye derxistin.

Bi heman mijarî:

Parlamentoya Iraqê derbarê hilbijartinan de 2 biryarên nû dan
‘Kirim dibe keleheke ku dagirkirina wê ne pêkan e'
Festîvala Zarokan a Amedê birêve diçe
Serokwezîrê Pakistanê yê nû: Nasirul Mulk
HDPê daxwaz kir Demirtaş bikare bi telefonê beşdarî bernameyeke televizyonekê bibe
Bikaranîna helbesta Berken Bereh bû sedema bertekan li dijî Saadetê
Etîketan:
Êrîş, Tirkiye, Hatay, HDP
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de