09:56 19 Hezîran 2018
Partiyên kurdistanî

Mustafa Ozçelik: Tifaqa Kurdistanî xwest bi HDPê re li hev bike lê hinekan nexwest

© Sputnik / Sertaç Kayar
Tirkiye
Lînkê kurt
0 01

Serokê Giştî yê Partîya Azadîya Kurdistanê(PAK) Mustafa Ozçelik di derbarê pêvajoya tifaqa di navbera Partiyên Kurdistanî û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) nivîsekê nivîsî. Ozçelik di nivîsa xwe de behsa hûrguliyên pêvajoyê û sedemên lihevnekirinê kir.

Serokê PAKê Mustafa Ozçelik sedema nîvîsandina xwe wiha anî ziman: Hewla tifaqa Partiyên Kurdistanî ya bi HDPê re çima bi ser neket, li kuderê pirsgirêk derketin, li kuderê xitimî û li ser kêjan xalan li hev kirin, ez wek kesekî ku di serî de di nava pêvajoyê de cih girtiye dixwazim van xalên ku min li jor rêz kirin bînim ziman. Lewra em dibînin ku li ser vê pêvajoyê hinek şîroveyên xelet tên kirin û li hin terefan neheqî tên kirin.

‘DESTPÊKA TIFAQA KURDISTANÎ'

Di 2yê Meha Gulanê de bi beşdarbûna partiyên wek: Hereketa Azadî, PAK, PDK, PDK-T, PSKê re di çarçoveya çend prensîbên kurdistanî de Tifaqa Partiyên Kurdistanî hat eşkerekirin. Di destpêka civînan de partiya HAK-PARê jî di nav hevdîtinan de cih girt lê belê di civîna 30ê Nîsanê de HAK-PARê eşkere kir ku ‘em li ser hemû pirensîban HDPê re li hev bikin jî em tev li vê tifaqê nabin û em ê wek namzetên serbixwe tev li hilbijartinê bibin.
Herçiqas ku HAK-PAR jê vekişiya jî Tifaqa Partiyên Kurdistanî ji bo tifaqê berfirehtir bike dest bi hevdîtinên bi HDPê û HUDA-PARê kir.

‘SÊ NÊRÎNÊN CUDA'

Mustefa Ozçelik di derbarê civînên di navbera Partiyên ku di difaqê de cih girtin wiha got: Di destpêkê de di civînên di navbera Hereketa Azadî, PAK, PDK, PDK-T, PSKê de sê nêrînên cuda derketin holê:
Yek: "HDP prensîbên ku me diyar kirin qebûl bike jî em bi tu awayê bi HDPê re hevdîtin an jî tifaqa hilbijartinê nekin."

Didu: "HDP prensîbên ku me diyar kirin qebûl bike jî em bi tu awayê bi HDPê re tifaqa hilbijartinê bikin."

Sisê: "Eger HDP van prensîbên me qebûl bike em pê re tifaqa hilbijartinê bikin."

Lijneya tifaqê li ser nêrîna sêyemîn biryarê da û got eger HDP prensîbên mem qebûl bike em ê pê re tifaqê bikin.

‘BI HDPê RE HEVDÎTINA YEKEM'

Ozçelik nîsa xwe didomîne, "Tifaqa Partiyên Kurdistanî di 4ê meha Gulanê de bi hevseroka HDPê Pervin Buldan re hevdîtinê pêk anî. Lijneya tifaqê di hevdîtinê de nameyekê ku şert û prensibên tifaqê tê de hatibûn nivîsîn radestê Buldan kirin. Lijneya tifaqê di heman hevdîtinê de daxwaza HUDA-PARê ya di derbarê diyalogê bi HDPê re jî me ji Pervin Buldan re got. Buldan got ku "em ê vê mijarê bi halên xwe re biaxivin."

Piştê çendekê Buldan ji me re got ku "partiya me ji tifaqekî bi HUDA-PARê re ne amade ye. Piştê hevdîtina wê rojê HDPê daxuyaniya çapemeniyê da û got ku "ew prensîbên Tifaqa Partiyên Kurdistanî jixwe di bernameya partiya me de jî heye, ew daxwaziyên me jî ne." Piştê vê daxuyaniyê, pêvajoya tifaqê ya bi HDPê re bi awayekî fermî dest pê kir.

‘HÛN ÇEND WEKÎL DIXWAZIN'

YSK - Hilbijartinên Tirkiyeyê
© Foto : YSK - Malpera Fermî
Ozçelik di derbarê naveroka hevdîtinan de destnîşan dike ku, "di civînên me yên ewil de aliyê HDPê bi awayek hişk hertim pirsa ‘hûn çend wekîl dixwazin' dikirin. Beriya ku em prensîbên xwe li ser kaxiz îmze bikin HDP vê pirsê gelek caran pirsî, ev jî da nîşan ku HDP di çarçoveya ku ‘em wekil dixwazin' de meselê dinirxîne.
Halbûkî ji bo me ya girîng ew bû ku em li ser bernameyekî li hev bikin û hewl bidin da ku ev bername di hilbijartinê de were rojevê.

‘NÎQAŞÊN LI SER NAV'

Mustafa Ozçelik: Di hemû hevdîtinên me de me hertim digot ‘divê em pêşî li ser prensibên siyasî li hev bikin, dûre prensibên xebata hevpar, eger ev herdu pêk werin em ê dûre mijara temsiliyetê biaxivin.' Me di destpêkê de bi navê ‘Prensibên Tifaqa Partiyên Kurdistanî' pêşnumayekî da bû HDPê lê HDP bi navê ‘Deklerasyona Tifaqa Demokratîk ya Hilbijartinên Kurdistanê' bersivê dan. Him navê ku wan pêşniyar kiribû û him jî di metnê de îfadeya ‘ji kurdistanê re statû' balkêş bû.

‘QONAXA BELAVBÛNA TIFAQÊ'

"Tifaqa Partiyên Kurdistanî û HDP li ser çend xalan li hev kiribû lê hê jî hevdîtin didomiyan û xalên ku divê bên zelalkirin gelek bûn. Di 13ê meha Gulanê de Pervin Buldan li serokê gelek partiyan geriya û got: "Sibê wê li Enqerê manîfestoya HDPê û Selahattin Demirtaş were xwendin em dixwazin ku hûn jî bi me re bin." Li gorê axaftina me divê em manîfesto bi hev re bihata amadekirin, lê belê bi awayek hemû protokola di navbera me de hatibû binpêkirin û HDP bi tenê amade kiribû.

Ozçelik di dawiya nivîsa xwe de destnîşan dike ku: Roja ku manîfestoya HDPê li Enqerê hat xwendin me dît ku qet ne behsa prensîbên me û ne jî behsa Tifaqa Partiyên Kurdistanî hat kirin. li ser vê geşedanê me bi hev re biryar da ku em vê tifaqê fesih bikin. Di 17ê Gulanê de li Amedê ji raya giştî re hat eşkere kirin ku Tifaqa Partiyên Kurdistanî ji ber tevgerên HDPê negihişt armanca xwe.

Bi heman mijarî:

HDPê deklerasyona bi navê ‘tifaqa demokratîk a Kurdistanî' eşkere kir
Partiyên Kurdistanî: Tifaqa hilbijartinê ji ber helwesta HDPê têk çû
Buldan: Tifaqa Kurdistanî ji bo pêşeroja kurdan gelek girîng e
‘Tifaqa Kurdistanî' serdana Huda-Parê kir
Etîketan:
HDP, Mustafa Ozçelik, Tifaqa Hilbijartinê ya Kurdistanê, kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de