09:45 19 Hezîran 2018
Namzedê Serokomariya Tirkiyê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattin Demirtaş

Demirtaş: Em dê her dibistaneke li welêt veguherînine hêlîneke zanistê û hezê

© Sputnik / Ömer Faruk Baran
Tirkiye
Lînkê kurt
Tirkiye diçe hilbijartinên pêşwext (166)
0 0 0

Namzedê Serokomariya Tirkiyê yê HDPê Selahattin li ser polîtîkayên xwe yên perwerdehiyê axivî. Demirtaş, "Em dê texrîbata li ser zarokên me ku weke kobay têne bikaranîn çareser bikin"

Namzedê Serokomariya Tirkiyê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattin Demirtaş ê ku niha li Girtîgeha Edîrneyê girtiye û bi awayekî sînordar bangeşaya hilbijartinê dike, li ser hesabê xwe yê twitterê ku ji aliyê parêzerê wî ve tê birêvebirin, bal kişande ser 'bê edelatiya' şert û mercên xwe yên di dema bangeşeyê de û derbarê palan û polîtîkayên xwe yên perwerdehiyê de axivî.

Demirtaş ev peyam belav kirin:

Ji zarokên me biqîmettir nirxekî me tine ye. Bêyî ku em cudahiyê têxine nava xizan-dewlemendan mafê her zarokî ya perwerdehiyeke baş heye. Ev wezîfeya sereke ya dewletê ye.

​Em dê sepana xwendekariya ya danê sibehê û danê nîvro rakin. Em dê perwerdehiya pêşdibistanê bikine bivênevê. Ji bo vê em dê 190 hezar fêrxaneyên din ava bikin û 300 hezar mamosteyên din wezîfedar bikin. Em dê qadroyê bidine tevahiya mamosteyên ku bi pere û bi peyman dixebitin.

​Maliyeta fêrxaneyên nû 48 milyar lîre ye. Ji bo mamosteyên nû em dê 18 milyar lîreyên din budce terxan bikin. Em dê ji bo zarokên xwe ji hemû tiştî teserûf bikin lê ji perwerdehî û tenduristiyê qirûşekî jî kêm nekin. Bi vî hawî em dê dawiyê li dramê zarokên me yên ku bi berbangê re diçine dibistanê bînin.

​Em dê cudahiya di nava dibistanan de ji holê rakin. Em dê tevî daxwaz û pêşniyazên perwerdekar, welî û xwendekaran her dibistaneke li welêt veguherînine hêlîneke zanistê û hezê.

​Em dê ji destpêka pêşdibistanê û heta bi dawiya lîseyê hemû astên perwerdehiyê bikin zerûrî. Em dê pergala perwerdehiya 4+4+4an rakin. Em dê pergalên ezmûnan ku zarokên me weke hespê pêşbirkan tên dîtin rakin. Em dê pergaleke esas bigirin ku ne bi tenê li encaman binere û bipîve, herwiha li pêvajoya fêrkirinê venêre û wê jî bipîve.

​Em dê mûçeyên mamosteyên 50 ji sedî zêde bikin. Em dê bi tevdîrên ku asta fakulteyên perwerdehiyê zêde bike projeyan bi pêş de bibin. Em dê li her bajarekî ‘Akademiyên Piştgiriya Mamosteyan' ava bikin.

​Ligel zimanê fermî yê tirkî em dê mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê ji bo tevahiya zarokên me bidin, em dê dewlemendiyên me bikine havênê demokrasiyê. Em dê van gişan ji bo ku em tevî hemû cudahiyên wê ji welata xwe hez dikin, pêk bînin.

Mijar:
Tirkiye diçe hilbijartinên pêşwext (166)

Bi heman mijarî:

Demirtaş: Ez ê lêborînê ji TRTê bixwazim
Demirtaş ji bo Perinçek got: Ger tu bi ser kevî, em ê HDPê bigirin
Ince: 'Ji bo ku Erdogan di referandumê de bi ser bikeve Demirtaş hat girtin'
Demirtaş bo sansura medyayê: Em heqê xwe helal nakin
Demirtaş: Meheke din sebir bikin û ji bo desthilateke demokratîktir deng bidin
Etîketan:
Bangeşa, Perwerdehî, Peyam, Hilbijartin, Selahattin Demirtaş, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de