20:28 20 Hezîran 2018
Hilbijartin - dengdan - sindoq - YSK - Tirkiye

Li gelek gundên kurdan cihên sindoqan tên guhertin

© Foto : Desteya Bilind a Hilbijartinên Tirkiyeyê (YSK)
Tirkiye
Lînkê kurt
Sertaç Kayar
0 01

Li Amedê bi hinceta ‘Ewlehiya sindoqan' Saziya Hilbijartina Bilind a Tirkiyeyê biryar da ku sindoqên 68 gundên navçeyên Licê, Bismil, Pîran, Hênê û Pasûrê sewqî herêma polîsan bikin. Li Wanê jî cihê 244 sindoqan hat guhertin.

Li bajarên kurdan berîya hilbijartina 24ê Hezîranê cihên gelek sindoqan tê guhertin. Li Amedê Walitî û Serokatîya Lijneya Hilbijartinê a Bajêr bi hinceta ‘ewlehiya sindoqan' li gelek gundan cihê 68 sindoqan guhert. Li gorî biryarê li gundên navçeya Bismil, Pîran, Hezro, Li Pasûr, Licê, Hênê û Farqînê sindoq dê sewqî herêma polîsan werin kirin.

Her wiha li bajarê Wanê jî cihên 244 sindoqan hat guhertin.

Herwiha tê gotin ku ev biryara guhertina sindoqan dê biryar zêdetir bandorê li ser hilbijêrên HDPê dike. Li ser vê biryarê hat diyarkirin ku HDPê jî ji bo hilbijêr bi hêsanî biçin sindoqan, roja hilbijartinê wê hilbijêran bi wesayîtan bibe ser sindoqan.

BAROYÊN HEREMÊ KAMPANYAYEK DAN DESTPÊKIRIN

Baroyên heremê têkildarî mijarê de ji bo ewlehîya hilbijartinan bi navê ‘Li her dibistanekê parêzerek' kampanya da destpêkirin. Serokên baroyên heremê têkildarî kampanyayê dê sibe li Amedê daxuyanî bidin.

Bi heman mijarî:

YSKê HDP û Partiya Saadetê hişyar kirin
HDP lîsteya parlamaneteran îro radestî YSKyê dike, gellek navên nû hene
Onder: HDP wê ji sedî 14ê dengan bistîne
Demirtaş: Ger HDP bendê derbas bike, hûn dikarin ji AKPê re bibêjin oxir be
Buldan: Eger HDP li derveyê parlamentoyê bimîne wê dîsa hilbijartin çêbibe
Etîketan:
sindoq, guhertin, hilbijartin, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de