01:24 18 Hezîran 2018
huda par

HUDA-PARê piştgiriya xwe bo Erdogan ragihand

© Foto : Hurseda
Tirkiye
Lînkê kurt
Tirkiye diçe hilbijartinên pêşwext (160)
106

Hat ragihandin ku partiya Doza Azad (HUDA-PAR) biryar da ku di hilbijartinên 24ê Heziranê de piştgiriyê bide namzedê AKPê Recep Tayyip Erdogan.

Li gorî nûçeya AAyê HUDA-PARê ji bo hilbijartinên 24ê Hezîranê tevî rêxistin û endamên xwe biryar da bê wê dengê xwe bidin kîjan nazmedê serokomariyê.

Li gorî nûçeyê ku xwe dispêrê rayedarên partiyê, herî dawiyê di Lijneya Birêvebirina Giştî ya partiyê de biryar hat dayîn ku di hilbijartinên 24ê Hezîranê yên serokomariya Tirkiyê piştgiriya namzedê AKPê Recep Tayyip Erdoganî bê kirin.

HUDA-PAR a ku wekî partî namzedên xwe beşdarî hilbijartinên parlementeriyê dibe, dê li Amedê piştgiriya Serokê Giştî yê wê partiyê Zekeriya Yapicioglu û li Batmanê jî piştgiriya namzedê serbixwe Aydin Gok bike.

 

Mijar:
Tirkiye diçe hilbijartinên pêşwext (160)

Bi heman mijarî:

HUDA-PAR dê di hilbijartina serokomariyê de piştgiriya kê bike?
‘HDP û Huda-Par ber bi tifaqê ve diçin'
Huda-Par: Bi ti partiyekê re rêkeftina me ya hilbijartinê ku encamekê bide çênebû
HUDA-PAR derket Beştepeyê: Erdogan û Yapicioglu civiyan
Berdevkê Huda-Parê bang li HDPê kir: Werin em şerbeta aştiyê vexwin
Serokê HUDA-PARê ji partiya xwe îstîfa kir
Etîketan:
Serokomarî, Piştgirî, Hilbijartin, Recep Tayyip Erdogan, Tirkiye, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de