05:46 21 Hezîran 2018
Polês, TOMA

Li Dêrsimê welatiyekî 60 salî di bin maşîneya zirxî de ma

© AP Photo / / Emre Tazegul
Tirkiye
Lînkê kurt
Sertaç Kayar
0 0 0

Li Dersimê maşîneya zirxî ya leşkerî li welatiyê bi navê Hasan Huseyin Çimen yê 60 salî qelibî. Çimen li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Li bajarên heremê di nava salekê de 7 jê zarok 21 kes bi maşîneyên zirxî jiyana xwe ji dest dan.

Bûyer li Duriya Karayollari ya navendê qewimî. Maşîneya zirxî li Hasan Huseyin Çimen qelibî. Çimenê bi giranî birîndar bûbû bo Nexweşxaneya Dewletê ya Dersimê hat rakirin. Lê li nexweşxaneyê li gel hemû mudaxeleyan Çimenî jiyana xwe ji dest da. Li herêmê di salên dawî de gelek welatî ji ber ku maşîneyên zirxî li wan diqelibîne jiyana xwe ji dest dane. Li Qada Seyîd Riza ya li Dersimê di 6ê îlona 2016an de polîsan maşîneya zirxî li Naziye Ozdemîr a 71 salî qelibandibû û jiyana xwe ji dest dabû.

Li bajarên heremê di nava salekê de 7 jê zarok 21 kes bi maşîneyên zirxî jiyana xwe ji dest dan. 2 jê zarok 30 kes jî birîndar bun.

 

Bi heman mijarî:

Li Dêrsimê polîsan girt ser malên rêveberên DBPê û EMEPê
Cenazeyên 13 kesên ku li Dêrsimê jiyana xwe ji dest dan, birin Meletiyê
Li Dêrsimê dikandaran dikanên xwe venekirin
Li Dêrsimê ji xeynî daxuyaniya çapemeniyê her tişt hatin qedexe kirin
Li Dêrsimê hevşaredar û rêvebir jî di nav de 12 kes hatin girtin
Li Dêrsimê 6 kes hatin girtin
Etîketan:
maşîneya zirxî, Hasan Huseyin Çimen, Dêrsim
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de