20:30 20 Hezîran 2018
Logoya Forûma Aborî ya Navnetewî ya St. Petersburg (SPIEF)

‘Em li bendeyî projeyên şîrketên rûsî ne'

© Sputnik / Alexei Danichev
Tirkiye
Lînkê kurt
0 0 0

Wezîrê Karê Derve yê Lîbyayê Muhammed Taher Siyalah, beşdarî Foruma Aboriyê ya Navneteweyî ku di tarîxa 24-26ê Gulanê de cara 22em li St. Petersburgê hat lidarxistin de bû û derbarê pêwendiyên aborî û bazirganiya di navbera Lîbya-Rûsyayê de axivî.

Wezîrê Karê Derve yê Lîbyayê Muhammed Taher Siyalah diyar kir ku bo pêşdebirina binesaziya Lîbyayê em bi hêviyek mezin li bendeyi beşdarbûna projeyên şîrketên rûsî ne: "Em bi Rûsyayê re bo hilberîna petrolê, enerjî û avakirina rêyên hesin di nava hevkariyekê de ne. Ji aliyê din ve amûrên çandinî û gennim em ji Rûsyayê dikirin."

Wezîrê Karê Derve yê Lîbyayê Muhammed Taher Siyalahê ku ji Sputnikê re axivî eşkere kir ku di hilberîna petrolê li gor sala par îsal zêdebûnek ber bi çav pêk hatiye, em hêvî dikin ku heta dawiya salê em ê bighêjin 1,6 mîlyon warîlî.

Bi heman mijarî:

Lîbya ji 5 aliyan ve li dijî Tirkiyeyê ket tevgerê
Lîbya: Em amadene piştgiriya înîsiyatîfên bo diyalogê yên Rûsyayê bikin
Lîbya çekên xwe yên dawî yên kimyewî şand Almanyayê
Etîketan:
şîrket, aborî, bazirganî, Muhammed Taher Siyalah, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de