04:33 22 Hezîran 2018
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan li Koreya Başûr

‘Dema Erdogan dertê ser ekranê milet kanal diguherîne’

© REUTERS / Ed Jones
Tirkiye
Lînkê kurt
0 10

Li Tirkiyeyê di pêvajoya hilbijartina di 24ê Hezîranê ya ji bo serokkomariyê de dema Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan dertê ser ekranê, reytînga wê kanalê dikeve. Di encama daneyên heftane yên reytîngê de televîzyona dewletê TRT cîh di rêzê de negirt.

Li gorî encama daneyên reytîngê ya heftane diyar bû ku reytînga bernameyên ku Erdogan tê de diaxive gelek ketine. Yek ji wan bernameyan jî bernameya kanala TRT1ê ya binavê 2Nûçeyên Sereke' ye. Tê zanîn ku di pêvajoya hilbijartinê de bernameya Nûçeyan ya TRT1ê nêzî tevahiya weşana xwe ji probagandaya Erdogan re vediqetîne. Lê eşkere bû ku gel di dema probagandaya Erdogan de kanalê diguherîne.

Li gorî standardên RTUKê lîsteya reytîngê ji 1ê heta 100î ye. Bernameya ku di lîsteya navbera 1-100î de cih bigire tê qebûlkirin ku ew bername ketiye lîsteya reytîngê. Li gorî van krîteran bernameya nûçeyan ku Erdogan tê de diaxive di lîsteyê de wiha cih digire:

Roja 18ê Guylanê: Neketiye rêzê
Roja 19ê Guylanê: 94
Roja 20ê Guylanê: 94
Roja 21ê Guylanê: 53
Roja 22ê Guylanê: 71
Roja 23ê Guylanê: 88
Roja 124ê Guylanê: Neketiyê rêzê

Bi heman mijarî:

Cîgirê Serokê AKPê: Hetanî Erdogan nebe serok xanima me li me heram e
Peskov: Bi qasî bi jina xwe re diaxivim, ewqas jî bi Erdogan re diaxivim
Erdogan pîrozî li Sedr kir û serkeftin jê re xwest
Putin: Bikaranîna amûrên fişarê li dijî Erdogan, encamê nade
Etîketan:
reyting, hilbijartin, erdogan, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de