09:50 19 Hezîran 2018
Muhammed Salah Liverpool-Real Madrid

Ramos bo seqetkirina Salah: Ez xwe sûcdar nabînim

© REUTERS / KAI PFAFFENBACH
Tirkiye
Lînkê kurt
0 0 0

Sertîmê Real Madridê Sergio Ramos di pêşbirka bi Liverpoolê ya fînala Lîga Şampiyonan de ku fitbolîstê misirî Muhammed Salah seqetkir, got: "Fitbol carcaran ruyê xwe yê tahl, carcaran jî yê şêrîn nişan dide, ez xwe bo derketina ji pêşbirkê ya Salah, sûcdar nabînim."

Di pêşbirka fînala Lîga Şampiyonan de ya ku di navbera Real Madrid û Liverpoolê de li Kievê hat lîstin, fitbolîstê misirî Muhamed Salah seqetî derbas kiribû û bibû sedama nîqaşan. Salah di pêşbirka ku bi serfiraziya Real Madridiê de ve encam bû de, ji ber pozisyona bi Ramos re di deqîqeya 31an de seqetî derbas kir. Salah herçiqas xwest bilîze jî piştî çend deqîqeyan ji ber êşê nema dikaribû bilîsta û ji lîstikê derket. Gellek fitbolhezker ji ber derketina ji lîstikê ya Salah xeyalşikestî bûn.

​Herwiha Ramosê ku bû sedema seqetiya Salah rastî bertekan hat û bersiv da rexneyan: "Fitbol carcaran ruyê xwe yê tahl, carcaran jî yê şêrîn nişan dide, beriya hertiştî hem hevalên hevin, jêre derbasî be, rewşek pir xirabe. Pêşeroj li bendeyî te ye Salah. Lê ji ber pozîsyonê ez xwe wek sûcdar nabînim."

​Ji aliyê din ve Federasyona Fitbola Misirê diyar kir ku şensê Salah ku di Kûpaya Cîhanê bilîze zêde ye.

Bi heman mijarî:

Liberman pesnê Salah da: Divê demildest bo artêşa Îsraîlê bê kirêkirin
Fitbolîstê salê yê herî baş Mohamed Salah e
Etîketan:
seqet, salah, fitbol, Federasyona Fitbola Misirê
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de