20:31 20 Hezîran 2018
Muharrem Ince

Ince: TUIK agahiyên şaş dide, divê hesap jê bê pirsîn

© REUTERS / Osman Orsal
Tirkiye
Lînkê kurt
0 0 0

Namzedê serokomariyê yê Partiya Komariya Gel (CHP) Muharrem Ince, Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUIK) bi dana agahiyên şaş ve sûcdar kir: "Serokê Saziya Îstatîstîkê ya Yunanistanê ket girtîgehê, divê em jî TUIKê ji ber çavan derbas bikin û hesap jê bipirsin."

Muharrem Ince ji Rojnameya Milliyetê ku li Tirkiyeyê weşana xwe dike re axivî: "Li Tirkiyeyê hejmara penaberan nayê zanîn, hejmara sûriyeyiyan û pereyên ku li wan tên xerckirin ne diyar e, ciwanên ku naçin dibistanê jî nayên zanîn."

Muharrem Ince eşkere kir ku di hemû îstaîstîkên TUIKê de xelatî û şaşî hene, belkî li Tirkiyeyê herî zêde em hesap ji saziya TUIKê bipirsin.

Herwiha Ince derbarê xebatên hilbijartinê de jî da zanîn ku ez şer nakim, ez ji bo pêşveçûna welêt dixwebitim, ez aştiyê dixwazim. Ince reqabeta xwe ya Erdogan jî vegot ku bi serî em diçin, di tûra ewil de ti kes bisernakeve, lê di tûra duyem de qet şensê wî tuneye.

Bi heman mijarî:

Muharrem Ince: Ez ê bi Esad re hevdîtinê pêk bînim
Ince: 'Ji bo ku Erdogan di referandumê de bi ser bikeve Demirtaş hat girtin'
'Ince ji ber lîsteyên parlamenteriyê mitîngên xwe betal kirin'
Ji Ince bo Erdogan: Li şûna Xezzeyê çû Gebzeyê
Etîketan:
lêpirsîn, tuik, hilbijartin, Muharrem Ince, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de