06:57 22 Hezîran 2018
Traktor

'Destê min bişkê ku beriya niha min dengê xwe dida AKPê'

© Sputnik / Gleb Kotov
Tirkiye
Lînkê kurt
0 0 0

Metin Çelikê ku bi cotkariyê debara xwe dike hefteya borî li ber avaya bankayekê ji ber deynan, benzîn bi ser xwe de dakir û xwest xwe bişewîtîne: "Beriya niha min dengê xwe dida AKPê, kar tuneye, nan tuneye, derûniya me xwe bûye, malbata min di rewşek nebaş de ye, zarokê min naxwazin biçin dibistanê."

Metin Çelikê ku li bajarê Meletiya Tirkiyeyê bi karê cotkariyê debara malbata xwe dike, ji ber ku nikarîbû deynê xwe yê bankayê bide, bi traktorê tûtina ku berhev kiribû xistibû romorkê û li pêş avahiya bankayê vala kiribû. Herwiha benzîn bi ser xwe de dakir ku xwe bişewîtîne. Piştî vê bûyerê Çelik ji Rojnameya Birgunê re axivî: " Pirsgirêk bi tenê ne ya cotkare, ya welêt e. Ne tirsin biaxivin, rexne bikin, mafê xwe bixwazin. Herder tije tûtin bûye, diçin ji Amerîka û Brîtanyayê tûtinê dikirin, çima ya me nakirin, berên me di destê de dimîne?"

​Çelik eşkere kir ku wek min tiştekî xirap kiriye muamele li min tê kirin, pereyê me tuneye, em nikarin berên xwe bifroşin di dest me de dimîne, ev 8-9 meh e herkes mexdûr e, lê ti kes newêre derdên me bîne rojevê. Herwiha Çelik got ku beriya niha min dengê xwe dida AKPê, lê ez poşmanim, destê min bişkesta ku min dengê xwe neda ya.

Bi heman mijarî:

Cotkarê deyndar li ber avahiya bankayê xwest xwe bişewitîne
Şivan û cotkar bi hev ketin: 20 kuştî û gelek birîndar
Etîketan:
benzîn, xwarin, nan, pirsgirêk, tûtin, Metin Çelik, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de