00:49 20 Hezîran 2018
AKP - AKPê

Endamê MKYKya AKPê: Hikumetê aqlê dewletê tune kir

© AFP 2018 /
Tirkiye
Lînkê kurt
0 10

Endamê MKYKya AKPê yê berê û raportorê Destûra Bingehîn Prof. Osman Can, "Partiya desthilatdar piştî derbeyê aqlê dewletê tune kir, ev jî îro bo dewlet û hikumetê bû sedema gellek pirsgirakan."

Beriya niha bi çend salan navê herî girîng yê AKPê ku endamê MKYKya partiye bû Osman Can, derbarê rewşa dewletê û hikumeta AKPê de ji Rojnameya Cumhuriyetê re axivî. Li gor Osman Can di sala 2013an de hikumetê travmeyek mezin derbas kir, şûna ku azadiyan berfirehtir bike, dewleta demokratîk û hiqûqê ava bike, li yekzilamî xwe pêça, herwiha rayêdarên partiyê jî ji vê rewşa niha gilîdar in.

Osman Can eşkere kir ku dema min daxuyannameya hilbijartina sala 2015an amade kir gellekî mudaxele lê hatinkirin, min di pêvajoya hilbijartina sala 2015an de hin hişyarî dan Erdogan ku wek serokê partiyê tevnegere û tevlî polemîkan nebe, ev xetayek mezin e.

‘MIN GOT, DIVÊ HDP DI PARLAMENTOYÊ DE BE'

Can bilêv kir û got, wê demê ez bi daxwaz bûm HDP bikeve parlamentoyê, ji ber ku bo demokrasiya welêt min wek gavek girîng didît. Ez niha jî dibêjim, bo restorasyonek demokratîk divê HDP bikeve parlamentoyê û ev potansiyel jî heye bi ya min.

Bi heman mijarî:

Firat: AKP bi partiyên faşîst re tifaq kiriye û dimeşe
‘AKP, Gul û Davutoglu bi sûcdariya FETOyê tirsandin'
Gezici: AKP-MHP li parlamentoyê piraniyê bi dest naxe
Demirtaş: AKP piştgiriya xwe wenda dike û mirov ji AKPê aciz bûne
'Heke AKP serdestiya parlamentoyê bi dest nexe Erdogan dê biçe hilbijartinê'
‘40 şaristaniyan xirab nekir lê aniha AKP xirab dike'
Etîketan:
mhp, akp, hdp, chp, partî, hilbijartin, Osman Can, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de