22:13 18 Hezîran 2018
Selahattin Demirtaş

‘Ez peyamên xwe ne ji bo hûn bikenin, bo hûn bibînin parve dikim'

© Foto : HDP
Tirkiye
Lînkê kurt
0 10

Namzedê serokomariyê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattin Demirtaş li ser rexneyên nivîskarê Rojnameya Hurriyetê Ahmet Hakan, di hesabê xwe yê twitterê de bersiv da: "Ez van twitan ji bo ku hûn bikenin parve nakim."

Namzedê serokomariyê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattin Demirtaş ligel ku nivîskarê Rojnameya Hurriyetê Ahmet Hakan di qûnciknivîsa xwe de ew rexne kiribû li ser hesabê xwe yê twitterê bersiva rexneyên Hakan dan. Demirtaş: Belê tu mafdar e, 20 meh beriya niha şevekê ez ji mala xwe hatim revandin û bê sûc ez avêtim hucereyê û ez niha namzede serokomariyê me."

"NE JI BO KU HÛN BIKENIN, JI BO KU HÛN BIBÎNIN PARVE DIKIM"

Ji aliyê din ve Demirtaş "Wek min got, rewş qet ne pêkenok e û ji xwe bo ku hûn bikenin jî parve nakim, ji bo kû hûn bibînin ez parvekirinan dikim."

Hakan di nivîsa xwe de bo Demirtaş gotibû, "Temam me fêhm kir tu bi esprî ye, lê mirov divê ewqas jî bi ser espîriyê de neçe, barekî esprîyê jî heye."

Bi heman mijarî:

Demirtaş: Ez ê lêborînê ji TRTê bixwazim
Partiyeke din dê piştgiriyê bide Demirtaş û HDPê
Demirtaş ji bo Perinçek got: Ger tu bi ser kevî, em ê HDPê bigirin
Hevserokên HDPê li Edîrneyê ne: Nehiştin em Demirtaş bibînin
Ince: 'Ji bo ku Erdogan di referandumê de bi ser bikeve Demirtaş hat girtin'
Etîketan:
rojname, rexne, siyaset, nivîskar, Selahattin Demirtaş, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de