06:58 22 Hezîran 2018
Recep Tayyip Erdogan

Cîgirê Serokê AKPê: Hetanî Erdogan nebe serok xanima me li me heram e

© REUTERS / Ümit Bektaş
Tirkiye
Lînkê kurt
0 02

Cîgirê Serokê AKPê Mustafa Ataş di axaftina xwe de ragihand ku hetanî em Erdogna li vî welatî nekin serok malbata me, xanima me li me heram e.

Cîgirê Serokê AKPê Mustafa Ataş li Boluyê di axaftina xwe ya bernameyeke fitarê de got: "Hetanî em Recep Tayyip Erdogan li vî welatî nekin serok xew li me heram e. Zarokê me, malbata me li me heram e. Xanina me, dostê me li me heram e."

Mustafa Ataş di berdewamiya axaftina xwe de got: "Hinek alî ji pêşveçûna me ya aborî aciz in. Dizanin bi sîstema nû welat dê piştî hilbijartina 24ê Hezîranê gelekî bi pêş bikeve û dê Tirkiyeyeke nû ava bibe."

Ataş di dirêjiya axaftina xwe de got: "Lewma dixwazin ji hêla ekonomîk Tirkiye li ber çong bide. Dixwazin Erdogan têk bibin û rê li ber Tirkiyeyê bigrin. Ew naxwazin li herêmê Tirkiyeyeke xwedî peyv hebe. Ev hilbijartin hilbijartineke pir cuda ye. Bersiva herî baş xebata vî 27 rojan e û hetanî em Erdogan nekin serok xew, zarok, xanim û dost li me heram e. Ew hilbijartin wê pêşeroja welatê me diyar bike."

Bi heman mijarî:

Erdogan pîrozî li Sedr kir û serkeftin jê re xwest
Ji bo zêdekirina faîzê kê Erdogan qanih kir?
'Erdogan qumara siyasî lîst ev jî bû sedema zêdebûna bihayê dolar'
Ji MHPê bo Erdogan: Mudaxeleya polîtîkaya pereyan neke
Erdogan û Hakan Fidan civiyan
Erdogan: Me ji namzedên parlamenteriyê teahudek nivîskî xwest
Etîketan:
AKP, Mustafa Ataş, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de