03:07 18 Hezîran 2018
Su-57

‘Enqere vê gav piştrast nake ku wê ji ber F-35an ve balefirên rûsî Su-57an bistîne’

© Sputnik / Evgeny Biyatov
Tirkiye
Lînkê kurt
0 0 0

Di çapemeniya tirk de hatibû gotin ku wê Tirkiye ji dêl F-35ên Amerîkayê ve Su-57ê rûsî bistîne, hat diyarkirin ku ev îdia şîroveya pisporan bûye ne daxwaza Tirkiyê ye.

Demeke beriyê di çapemeniyê de hatibû nivîsîn ku "ger Amerîka balefirên şer yên F-35 nede Tirkiyeyê wê ji dêl wan ve balefirên rûsî yên Su-57an bistînin." Ji sektora parastina leşkerî ya Tirkiyeyê çavkaniyekê îro diyar kir ku ev îdia ya pisporan e ev polîtikaya dewletê ya di vê hêlê de nîşan nade.

Çavkanî destnîşan kir ku nûçeyên di derbarê vê mijarê de tên nivîsîn, ne biryara dewetê ye vê gav ji aliyê Enqerê ve ev îda bi tu awayê nayê piştrastkirin.

Bi heman mijarî:

Amerîka filoya xwe F-35 li Japonyayê bi cih kir
Balafirên rûsî Su-57 çima hatin Hmeymimê’
‘Balefirên nifşên pêncemîn Su-57 li Sûriyê xuya kirin’
Etîketan:
F-35, balafirên SU-57, tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de