10:33 24 Hezîran 2018
Jineke kurd bi wêneyê Selahattin Demirtaş

Gelo dibe kurd Erdoganî ji desthilatê bixin?

© Sputnik / Sertaç Kayar
Tirkiye
Lînkê kurt
Tirkiye diçe hilbijartinên pêşwext (190)
0 10

Kovara The Arab Weekly derbarê hilbijartina Tirkiyeyê û rola kurdan tê de nivîsek weşand û pirsî bê gelo hilbijêrên ku dê Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdoganî û partiya wî ji desthilatê bixin an na.

YSK - Hilbijartinên Tirkiyeyê
© Foto : YSK - Malpera Fermî
Li gorî wê nivîsê, hejmara dengderên kurd digihêje 10 milyonan anku nêzîkî 17% ji tevahiya dengderên Tirkiyeyê ye ku ew rêje dikare serkeftinê bide Erdoganî ji bo karbidestiyên cîbcîkar ên berfirehtir bi dest bixe û di heman demê de piraniya parlamentoyê jî bistîne yan jî rê li ber serkeftina wî bigire.

"ROLA KURDAN DI HILBIJARTINÊ DE DIYARKER E"

Di nivîsê de behsa rapirsînan hat kirin û wiha hat gotin, "rapirsîn destnîşan dikin ku serkeftina Erdoganî di hilbijartina serokkomariyê û ya parlamentoyê de yên 24ê Hezîranê de ne misoger e" û got ku welat di navbera piştgirên Erdoganî û dijberên wî de bûye du beş ku ev rola kurdan di vê hilbijartinê de dike rola biryarder û diyarker.

"HDP LI PÊŞBERÎ ERDOGANî ASTENG E"

Nivîs wiha dewam dike: "HDP di hilbijartina serokkomariyê de asteng e li pêşberî Erdoganî, ji ber pêwîstiya wî bi bêtirî 50% ji dengan heye da ku di tûra yekem de bi ser keve lê gelek reqîb li pêşberî wî hene ku dibe, neçar bimîne di 8ê Temûzê de biçe tûra duyem."

"HDP BARAJÊ DERBAS BIKE, PIRANIYA PARLAMENTOYÊ DIKEVE DESTÊ DIJBERIYÊ"

Herwiha nivîs balê dikişîne ser namzedê HDPê Selahattin Demirtaşî ku dibe bêtirî 10% ji dengan bistîne û partiya wî HDPê jî eger barajê derbas bike, dê hejmara kursiyên di parlamentoyê de têkeve destê dijberiyê.

DEMÎRTAŞ NEMÎNE, HDPÊ DÊ PIŞTGIRIYÊ BIDE KÊ?

Li gorî îdîaya nivîskarê nivîsê, "HDPê ragihandiye, eger namzedê CHPê Muharrem Ince bigihêje tûra duyem dê piştgiriya wî bikin" lê nivîskarî diyar nekiriye bê ev agahî ji kû aniye.

"EFRÎNÊ BANDOR LI DENGÊN ERDOGANî KIRIYE"

Ji aliyê din ve, kovar diyar dike ku dibe biryara Erdoganî ya şandina hêzên tirkiyeyê bo Efrînê da ku şerê YPGê bikin, piştgiriya kurdan bo wî û partiya wî kêm kiribe.

"TI PÊŞNIYARÊN BERBIÇAV ÊN AKPÊ JI BO HERÊMÊN KURDÎ TINE NE"

Li gorî nivîsê, "gelek kurdên muhafezkar berê piştgirî daye AKPê û nedaye HDPê lê rexnegirên Erdoganî dibêjin ku ti pêşniyarên berbiçav ên partiya desthilat(AKP) tine da ku pêşketin li herêmên kurdî çêbibin."

"TI NÎŞANEYÊN AŞTIYÊ DI NAVBERA TIRKIYE Û PKKÊ DE TUNE NE"

Nivîskar diyar dike ku ti nîşaneyên pêvajoyeke nû ya aştiyê di navbera dewleta Tirkiyeyê û PKKê de tine û wiha dewam dike: "Dijberên Erdoganî vî tiştî ji xwe re wek firset dibînin."

Herwiha kovarê îdîakir ku "tirs heye ku hikûmet bi pûsûlayên li herêmên kurdî bilîze û encamên hilbijartina manîpûle bike."

Mijar:
Tirkiye diçe hilbijartinên pêşwext (190)

Bi heman mijarî:

Erdogan bersiva pêşniyara Demirtaş da
Sûdan û Tirkiyeyê li ser cîbicîkirina peymanan li hev kir: Erdogan û Beşîr dicivin
Wê Erdogan ji nav 2100 kesan 600 berbijêrên parlamentoyê diyar bike
Erdogan: Amerîkayê rola xwe ya navbeynkar a Rojhilata Navîn wenda kiriye
Erdogan: Roja înê piştî nîvro ji bo Filîstînê em li meydana Yenîkapi ne
Netanyahu: Erdogan kuştinê baş dizane
‘Dibe ku civîna Pûtîn, Erdogan û Rûhanî meha Tebaxê an jî Îlonê pêk were'
Erdogan: Em barkirina balyozxaneya Amerîkayê bo Qûdsê nas nakin
Etîketan:
kurd, Hilbartinên Tirkiyeyê yên 24ê Hezîranê, HDP, AKP, Recep Tayyip Erdogan, Selahattin Demirtaş
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de