15:51 19 Hezîran 2018
Hevseroka Giştî ya HDPê Pervin Buldan

Buldan: Em ê li Stenbol 2 milyon dengan bistînin

© Sputnik / Sertaç Kayar
Tirkiye
Lînkê kurt
0 30

Hevseroka Giştî ya HDPê Pervin Buldan diyar kir ku armanca wan li Stenbolê bidestxistina 2 milyon dengan e û got, em sozê didin Selahattin Demirtaş ku em ê wî wekî serokomar hilbijêrin.

YSK - Hilbijartinên Tirkiyeyê
© Foto : YSK - Malpera Fermî
Piştî ku Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li bajarê Edirneyê, ku namzedê wan ê serokomariyê Selahattin Demirtaş li wir di girtîgehê de ye, dest bi xebatên xwe yên hilbijartinan kir, li Stenbolê buroyeke hilbijartinê vekir. Di dema vekirina buroyê de Hevseroka Giştî ya HDPê Pervin Buldan jî amade bû.

Buldan di dema vekirina buroyê de axivî û got, "Ti aliyek niha nikare HDPê ji dengdêrên wê bêpar bike. Li Stenbolê armanca me ew e ku em 2 milyon dengan bistînin."

Pervin Buldan got, "Stenbol ew bajarê herî mezin e ku di referandûma serokatiyê de ji AKPê re got ‘na'. Îro jî HDPê himbêz dike. Em sozê didin Selahattin Demirtaş ku em ê wî wekî serokomar hilbijêrin." Hevseroka HDPê destnîşan kir ku ew ê bi îradeya gel benda ji sedî 10 a hilbijartinê derbas bikin û dawiyê li 'zilma 16 salan a AKPê' bînin.

Bi heman mijarî:

Mîtinga HDPê ya Kolnê birêve çû: Destûr nedan 2 siyasetmedarên HDPyî biaxivin
Tirkiyeyê bo mitînga HDPê bertek nîşanî Almanyayê da
Partiyeke din dê piştgiriyê bide Demirtaş û HDPê
Berdevkê Huda-Parê bang li HDPê kir: Werin em şerbeta aştiyê vexwin
Etîketan:
deng, Hevseroka Giştî ya HDPê, Pervin Buldan, Stenbol
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de