10:31 24 Hezîran 2018
Balafira SU-57

Li hemberî F-35ên Amerîkayê, SU-57ên rûsî ji bo Tirkiyeyê dibin alternatîf

© Sputnik / Yevgeniy Biyatov
Tirkiye
Lînkê kurt
0 00

Hat diyarkirin ku ger Senatoya Amerîkayê li hemberî Tirkiyeyê ambargoyê deyne ser balafirên F-35an, dibe ku rewşa qada parastinê biguherîne. Hat ragihandin ku Enqere dê dev ji mafê xwe yê li ser teslîmata balafiran a di meha hezîranê de bernede lê nîqaşa li ser alternatîfa balafirên SU-57 ên rûsî jî destpê kir.

Li gorî nûçeyeke rojnameya tirk a bi navê Yeni Şafakê Washington ji ber ku Tirkiye pergalên S-400î ji Rûsyayê dikire, biryar da ku wê li derveyî projeya hilberînê ya balafirên F-35an bigire, ku Tirkiye yek ji hevkarên vê projeyê ye.

Pêşnûmeya derbarê budceya Wezareta Parastinê ya Amerîkayê de jî bi yekdengî hat qebûlkirin, ku li gorî vê pêşnûmeyê firotina balafirên F-35an ji bo Tirkiyeyê hat rawestandin. Tirkiyeyê jî gotibû, ‘Em ê bersiva vê bidin.'

Di nûçeyê de hat parastin ku yek ji alternatîfên Tirkiyeyê jî xurtkirina peywendiyên xwe yên ligel Rûsyayê ye û hat gotin, ger Amerîka li ser vê biryara xwe bi israr be, Tirkiye wekî alternatîfa balafirên F-35an wê berê xwe bide balafirên SU-57 (T-50) ên rûsî.

Herwisa hat destnîşankirin ku maliyeta ji bo balafirên SU-57an nîvê balafirên F-35an e û hat gotin, ger balafirên SU-57an negihêjin, pêşiyê wê balafirên SU-35 ji bo Tirkiyeyê werin peydakirin.

Bi heman mijarî:

Gelo firotina F-35an bo Tirkiyê tê betalkirin?
'Derxistina Tirkiye ya ji projeya F-35an dê bernameya balafirên şer hilweşîne'
Ji bo keşayê girtî radestkirina F-35an bo Tirkiyeyê tê astengkirin
Şirketên Îsraîlê milyerak dolar ji peymanên F-35an qezenç kirin
Etîketan:
balafirên SU-57, F-35, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de