23:05 21 Hezîran 2018
Hilbijartin - dengdan - sindoq - YSK - Tirkiye

YSKê biryara barkirina sindoqan da: Biryar bandorê li dengdêrên kurd dike

© Foto : Desteya Bilind a Hilbijartinên Tirkiyeyê (YSK)
Tirkiye
Lînkê kurt
0 01

Desteya Bilind a Hilbijartinên Tirkiyeyê (YSK) serlêdana barkirina sindoqên hilbijartinê yên li deverên gundewar pesend kir û biryar da,

YSK - Hilbijartinên Tirkiyeyê
© Foto : YSK - Malpera Fermî
YSKê serlêdana barkirina sindoqên hilbijartinê ya 19 bajar qebûl kir.

Li gor biryarê gundewarên bi qasî 5 kîlometreyan dûrî navendên hilbijartinê ne, dê sindoqên wan bi yên navendan ve werin yekkirin û dengdêr dengên xwe li wan navendên navçe û bajaran bidin.

Yekem serlêdan ji bo 134 gund û taxên bajêr ji aliyê Parêzgariya Colemêrgê ve hatibû kirin. Li gor biryara YSKê dê ji sisiyan yekê niştecihên bajêr dengên xwe li sindoqên derveyî cihên lê dimînin bikar bînin.

Biryara YSKê bandorê li ser 270 hezar hilbijêran dike.

Bi heman mijarî:

Mîtinga HDPê ya Kolnê birêve çû: Destûr nedan 2 siyasetmedarên HDPyî biaxivin
Ji parêzgarê Duhokê daxuyaniya bûyera girtîgehê: Şer derneketiye
Cîgira nû ya wezîrê karê derve ya DYAyê, bi kurdî jî dizan e
PYD: Ti eleqeya me bi peymana di navbera HSDê û Amerîkayê de tineye
'Hevkariya bi şîrketên almanan re hat rawestandin'
Li girtîgeha Duhokê alozî: 7 mirî û 50 birîndar hene
Etîketan:
YSK, Sindoq, Hilbijartin, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de