05:48 21 Hezîran 2018
Êrîşa ser endamên Partiya Saadetê li Enqereyê

'Yên di meha mibarek a Remezanê de êrîş dikin nikarin ti tiştekî bidin milet'

© Foto : Partiya Saadetê
Tirkiye
Lînkê kurt
0 0 0

Partiya Saadetê ya Tirkiyeyê li ser êrîşa Enqereyê ya rêveber û endamên Partiya Tevgere Neteweperwer (MHP) ser endam û namzedên xwe yên parlamentoyê ku şeva borî pêk hatibû, daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniya Saadetê de, hat bibîrxistin ku dema êrîşê parlamentarê MHPê yê Enqereyê Mevlut Karakay û çend rêveberên din jî li wir bûne û ji aliyê polîsan ve jî ti destwerdan bo rawestandina êrîşê nehatiye kirin.

Hat diyarkirin ku 15 endamên wan hatine derbkirin, 7 ji wan rakirine nexweşxaneyan û namzedê wan ê parlamentariyê Fethî Ozturk jî bi giranî birîndar bûye ku li şûna nexweşxaneyê ew pêşî ji bo îfadeyê birine qereqolê.

Di daxuyaniyê de herwiha hat destnîşankirin ku ji bo bûyer neyê zelalkirin dest danîne ser dîmenên telefonan ên bûyerê û heta cil û bergên endamên wan jî ji wan hatine standin.

Di dawiyê de helwesta karbidestan hat rexnekirin û wiha hat gotin: "Yên ku li meha mibarek a Remezanê êrîşî hejmarek kesên ji wan hindiktir dikin û vê li xwe dideynin nikarin ti tiştekî bidin welat û miletê me yê ezîz."

Bi heman mijarî:

PYD: Ti eleqeya me bi peymana di navbera HSDê û Amerîkayê de tineye
'Hevkariya bi şîrketên almanan re hat rawestandin'
Li girtîgeha Duhokê alozî: 7 mirî û 50 birîndar hene
Li Idlibê teqîn: 2 sivîl mirin, 50 kes jî birîndar bûn
Karamollaoglu bertek nîşanî polîsên tirk da: Li dijî bûyerê bêdeng man
Tirkiyeyê bo mitînga HDPê bertek nîşanî Almanyayê da
‘Leşker li Efrînê li ber çavê xelkê îşkencê li du welatiyan dikin û wan digindirînin’
'Hilavêtinek Yuriy Dolgorukiy, bi qasî 160 bombeya Hîroşîmayê ye'
Etîketan:
MHP, Enqere, Tirkiye, Partiya Saadetê
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de