19:02 23 Hezîran 2018
hdp-mîtîng

Tirkiyeyê bo mitînga HDPê bertek nîşanî Almanyayê da

© Sputnik / Sertaç Kayar
Tirkiye
Lînkê kurt
0 01

Wezareta Karê Derve ya Tirkiyeyê derbarê destûrdayina mitînga HDPê ya li Almanyayê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hat gotin ku qedexekirin divê ji bo hemû partiyan derbasdar be û me ev hêviya xwe ji rayedarên elman re ragihandiye.

Wezareta Karê Derve ya Tirkiyeyê bertek nîşanî Almanyayê da ku got, "Elmanya li gor demokrasiya xwe tevnagere, me hêvî dikir ku qedexe ji hemû partiyan re derbasdar be." Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin ku partiyek ji Tirkiyeyê dê li bajarê Kolna Almanyayê mitîngegê lidarbixe, wek dewleta Tirkiyeyê me hişayariyên xwe ji rayedarên elman re ragihandine ku li gor demokrasiya Almanyayê tevbigerin. Lê tevî hemû hişyariyên me mitîn îro hat lidarxistin. Ev tevger ne li gor berjewendî û normalîzebûna pêwendiyên herdu dewletan e.

Bi heman mijarî:

YSKê HDP û Partiya Saadetê hişyar kirin
HDP lîsteya parlamaneteran îro radestî YSKyê dike, gellek navên nû hene
Demirtaş: Ger HDP bendê derbas bike, hûn dikarin ji AKPê re bibêjin oxir be
Etîketan:
mitîng, hilbijartin, Wezareta Karê Derve ya Tirkiyeyê, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de