06:57 22 Hezîran 2018
Selahattin Demirtaş

'Jimartina me dirêj diajo, em 6 mîlyon kes di hucreyekê de ne'

© Foto : HDP
Tirkiye
Lînkê kurt
0 30

Namzedê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattin Demirtaş bi rêya parêzerên xwe li ser hesabê twitterê çend peyam parvekirin. Demirtaş di peyama xwe de got: "Jimartina me dirêj diajo. Em 6 mîlyon kes in û di hucreyekê de dimînin."

Namzedê serokomariyê yê HDPê li ser hesabê xwe yê twitterê derbarê hilbijartina 24ê Pûşberê de hin peyam weşandin. Demirtaş wiha got: "Îro di ser min re balafir derbasbû, min dest ji wan re li ba kir wan jî bersiva min dan û gotin ev Demirtaş e. Min jî bi dengekî hêl got ez bibim serokomar ez ê ji mazota cotkaran weraqakê jî bacê nestînim.

​Demirtaş tinazê xwe bi Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) kir û pirsek jî jê kir: "Gelo propagandaya bi derfetên girtîgeha dewletê derqanûnî ye YSK? Bo namzedên din nebe neheqeiyek, ji ber ku hûn di mijara edaletê de pir hesas in(!)"

​Demirtaş di twitek din de jî wiha got: "Me ji kesên ku di hucreya kêleka me de li ser fitarê rûniştîbûn sêv avêtin. Wan got qey sêv ji ezmên ketin e, me got na na me avêt. Heke ez bêm bijartin darizandin dê serbixwe be, bi adîlane be, bêalî be."

Bi heman mijarî:

Demirtaş: Ez ê lêborînê ji TRTê bixwazim
Partiyeke din dê piştgiriyê bide Demirtaş û HDPê
Demirtaş ji bo Perinçek got: Ger tu bi ser kevî, em ê HDPê bigirin
Hevserokên HDPê li Edîrneyê ne: Nehiştin em Demirtaş bibînin
Etîketan:
demirtaş, twitter, hdp, peyam, hilbijartin, Selahattin Demirtaş, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de