00:43 20 Hezîran 2018
Selahattin Demirtaş

Demirtaş: Ez ê lêborînê ji TRTê bixwazim

© AFP 2018 / Ozan Köse
Tirkiye
Lînkê kurt
0 10

Namzedê serokomariyê yê HDPê Selahattin Demirtaş diyar kir ku TRTê di hilbijartinên 7ê Hezîrana 2015a de ji bo wan nêzikî 2 saetan veqetand û got, "Bawer dikim ger ez îro derkevim TRTê, ji bo ku min di raboriyê de rexne lê girtin, ez ê lêborînê jê bixwazim. Ji ber ku bi rewşa xwe ya îro rihmê li wê demê dike."

Namzedê serokomariyê yê HDPê Selahattin Demirtaş bersiva pirsên rojnameya Evrenselê da û got, "Girtina me bi tevahî ji ber biryar û sedemên siyasî ye. Em baş dizanin ku hiqûq hatiye rawestandin û ji darizandinên OHALê jî ti encam dernakevin. Geşedanên siyasî wê pêvajoya me ya darizandinê jî diyar bike. Lê ez pê bawer dikim ku ev cezayên neheq û bê hiqûqî wê werin sererastkirin û edalet wê cihê xwe bibîne."

‘BÊGUMAN KÊMASIYÊN LÎSTEYA HDPÊ HENE'

Demirtaş ji bo lîsteya namzedên HDPê jî got, "Hemû nasname, bawerî, zayend û nûnerên aliyên bindest di van lîsteyan de cihê xwe girtin. Bêguman kêmasiyên xwe hene. Bi taybetî bi hilbijartina din a yekem em ê dest bi rêbaza pêşhilbijartinê bikin û bi vê rêbazê namzedan diyar bikin. Lîsteya herî bi hêvî, bi renk û xurt, ya HDPê ye."

'EZ HEQÊ XWE LI TRTÊ HERAM DIKIM'

Demirtaş li ser televîzyona TRTê ya dewletê jî ev tişt anîn ziman, "Bawer dikim, ger ez îro derkevim TRTê, ji bo ku di raboriyê de min rexne li wan girtin, ez ê lêborînê jê bixwazim. Ji ber ku bi rewşa xwe ya îro rihmê li raboriyê dike. Di serdema 7ê Hezîranê de bi tevahî nêzikî 2 saetan ji bo HDPê vetandibû. Lê niha ‘sifir' saet. Ez teqez heqê lê heram dikim. Ger derfet hebûya min ê ev li ser ekranên TRTê jî bigota."

 

Bi heman mijarî:

Partiyeke din dê piştgiriyê bide Demirtaş û HDPê
Demirtaş ji bo Perinçek got: Ger tu bi ser kevî, em ê HDPê bigirin
Hevserokên HDPê li Edîrneyê ne: Nehiştin em Demirtaş bibînin
Ince: 'Ji bo ku Erdogan di referandumê de bi ser bikeve Demirtaş hat girtin'
Parêzerê Demirtaş ji bo tehliyeyê serî li DDB dide
Etîketan:
Namzedê serokomariyê yê HDPê, TRT, Selahattin Demirtaş, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de