00:46 20 Hezîran 2018
Mitînga CHPê

CHPê bernameya xwe eşkere kir: Newroz dê bibe betlaneya fermî

© AFP 2018 /
Tirkiye
Lînkê kurt
0 10

CHPê beyanameya xwe ya ji bo hilbijartinên giştî yên li Tirkiyeyê ji rayagiştî re eşkere kir. Di beyanameyê de derbarê pirsgirêka kurd de jî bi sernavê ‘Toplumsal Barış, Kürt Sorunu' (Aştiya Civakî, Pirsgirêka Kurd) bernameyekê cih girt.

Partiya Gel a Komarê (CHP) li bajarê Enqereyê, paytexta Tirkiyeyê bi serokatiya Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu beyanameya xwe ya ji bo hilbijartinên giştî yên 24ê Hezîranê eşeker kir.

Di beyanameyê de behsa 5 pirsgirêkên sereke hat kirin û ew jî wekî ‘heq, hiqûq, edalet', ‘perwerdehî, ‘aborî', ‘aştiya civakî' û ‘polîtîkaya derve' hatin rêzkirin.

CHPê di beyanameya xwe de cih da bernameyeke bi sernavê ‘Toplumsal Barış, Kürt Sorunu' (Aştiya Civakî, Pirsgirêka Kurd) jî û hat gotin ku her welatî wê bi awayekî azadî hînê zimanê xwe bibin. Li jêr sernavê bernameyê gotina romanûsê kurd ê navdar Yaşar Kemal cih girt: "Ger çiya, mirov û heta mirin jî westiya be, niha helbesta herî xweş, aşitî ye.'

Herwisa Di beyanameyê de hat derbirîn ku Cejna Newrozê jî dê wekî betlaneya fermî were ragihand û li tevahiya welêt wê bi coş were pîrozkirin û wê bibe ‘Roja Biratî û Aşitiyê'.

Bi heman mijarî:

Lîsteya CHP ya namzetên parlementeriyê diyar bû
CHP ji sê milan dadikeve sehayê
CHP: Pêwist e HDP jî beşdarî tifaqa biratiyê bibe
Etîketan:
newroz, bername, Serokê Giştî yê CHPê, Kemal Kiliçdaroglu, Enqere
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de