00:42 18 Hezîran 2018
HDP-Partiya Demokratîk a Gelan

Partiyeke din dê piştgiriyê bide Demirtaş û HDPê

© Sputnik / Osman Orsal
Tirkiye
Lînkê kurt
0 50

Partiya EMEKê (Partiya KEDê) daxuyaniyek weşand û di wê daxuyaniyê de diyar kir ku ew wekî partî dê beşdarî hilbijartinên 24ê Hezîranê nebin. Partiyê derbirî ku ew dê di hilbijartinan de piştgiriyê bidin Selahattin Demirtaş û HDPê.

Partiya EMEKê (Partiya KEDê)derbarê hilbijartinên giştî yên 24ê Hezîranê yên li Tirkiyeyê daxuyaniyek belav kir û ragihand ku partiya wan ji ber ku 'pêwistiyên ji bo yasayên hilbijartinê yên antîdemokratîk' bi cih neaniye, nikare di 24ê Hezîranê de beşdarî hilbijartinê bibe.

Partiyê di daxuyaniya xwe de ve tişt gotin, "Ji bo ku her kes di parlamentoyê de were temsîlkirin û rejîma tekane mirovekî bi ser nekeve, em têkoşîna xwe ya li dijî bendê diomînin. Ji ber vê yekê EMEP, di hilbijartinên siberojê de ji bo serokomariyê dê piştgiriyê bide Selahattin Demirtaş û ji bo parlamentoyê jî dê piştgiriyê bide HDPê û dê ji bo wan dengan bixwaze."

Di berdewamiya daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ew dê xebatên xwe yên hilbijartinê ji HDPê cuda û bi tena serê xwe û bi rêbazên xwe bimeşînin.

 

Bi heman mijarî:

Demirtaş ji bo Perinçek got: Ger tu bi ser kevî, em ê HDPê bigirin
Hevserokên HDPê li Edîrneyê ne: Nehiştin em Demirtaş bibînin
Ince: 'Ji bo ku Erdogan di referandumê de bi ser bikeve Demirtaş hat girtin'
Demirtaş: Meheke din sebir bikin û ji bo desthilateke demokratîktir deng bidin
Etîketan:
piştgirî, daxuyanî, HDP, EMEP, Selahattin Demirtaş, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de