04:30 22 Hezîran 2018
Devlet Bahçeli

Giliyê Serokê MHPê Bahçeli li dadgehê hat kirin

© AFP 2018 / ADEM ALTAN
Tirkiye
Lînkê kurt
0 00

Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçeli derbarê Alaattin Çakici û Kurşat Yilmaz de gotina ‘birayên min ên mêrxas' bi kar anî bû. Hevserokê Giştî yê Halkevleriyê Nuri Gunay ji ber van gotinên Bahçeli, bi hinceta ‘pesindayîna sûç û sûcdar' giliyê wî kir.

Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Neteweperest a li Tirkiyeyê (MHP) Devlet Bahçeli ji bo serokê rêxistina sûc Alaattin Çakici û Kurşat Yilmaz daxwaza efûyê kiribû û ji bo wan gotibû, "ew birayên min ên mêrxas in."

Li ser vê yekê Rêveberiya Halkevlerê daxuyand ku wan li ser navê Hevserokê Giştî yê Halkevleriyê Nuri Gunay, bi hinceta ku ‘pesna sûc û sûcdaran daye' giliyê Devlet Bahçeli kiriye.

Di gilînameya Gunay de yek bi yek sûcên Çakici û Yilmaz hatin hijmartin û hat gotin ku kesên kujer wekî ‘qehreman' tên nîşandayîn. Herwisa hat diyarkirin ku Bahçeli bi awayekî eşkere pesnê sûc û sûcdaran dide û hat xwestin ku li gorî xala 215an a yasaya Tirkiyeyê bila were cezakirin.

 

 

Bi heman mijarî:

Perinçek: Pirsgirêka kurd bi çekê çareser dibe
Li Dîlokê leşkerek bi guleya leşkerekî din hat kuştin
Wê ji bo maça fînalê ya Lîverpol-Real Madrîdê 2 rojan rojî negire
Almanyayê destûr da mitînga HDPê, AKPê bertek nîşan da
Etîketan:
gilî, Hevserokê Giştî yê Halkevleriyê, Serokê Giştî yê MHPê, Nuri Gunay, Devlet Bahçeli, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de