01:26 18 Hezîran 2018
Dogu Perinçek

Perinçek: Pirsgirêka kurd bi çekê çareser dibe

© AFP 2018 / FREDERICK FLORIN
Tirkiye
Lînkê kurt
0 03

Serokê Giştî yê Partiya Vatanê Dogu Perinçek parast ku pirsgirêka kurd bi çekê dikare were çareserkirin û got, em ê ji bo vê yekê li dijî PKKê bi Îranê re hevkariyê bikin. Perinçek herwisa anî ziman ku gava ew bibe serokomar, dê qet OHALê raneke.

Serokê Giştî yê Partiya Vatanê Dogu Perinçek ji bo rojnameta tirk a bi navê Cumhuriyetê axivî û di axaftina xwe de li ser pirsa derbarê pirsgirêka kurd de ev tişt gotin, "Pirsgirêka kurd bi çekê çareser dibe. Di nava 3 mehan de em ê ala spî bi Qendîlê bidin hilgirtin. Ji ber ku em ê bi Îranê re hevkariyê bikin. Dostaniya Îranê di warê tunekirina PKKê û YPGê de gelekî girîng e. Piştî sala 1990î mafên demokratîk ên wekî serbestbûna zimanê kurdî di nava civakê de hatin bidestxistin. Ev êdî bû pirsgirêka Amerîkayê. Xala yekem, çek e. Xala duyem bidestxistina gelê kurd e. Ya sêyem jî hevkariya herêmî ye."

Perinçek di axaftina xwe de anî ziman ku partiyên ku wî serokatiya wan dikir jî ji ber pirsgirêka kurdî hatin girtin û wisa berdewam kir, "Ev serdem, ne ew serdemê wê demê ne. Mafên demokratîk hatin bidestxistin, niha tenê îdia wan a damezirandina dewletê maye. Dewleta kurdî jî nabe. HDP baskekî rêxistina PKKê ye. Ger em çepgir bin, divê em girtina HDPê bixwazin. Çepgirî ne ew e ku destûrê bidin piyonên Amerîkayê."

Serokê Partiya Vatanê ji bo rakirina Rewşa Awarte (OHAL) jî destnîşan kir ku gava ew bibe serokomar, dê qet dawiyê li Rewşa Awarte neyine.

Bi heman mijarî:

Demirtaş ji bo Perinçek got: Ger tu bi ser kevî, em ê HDPê bigirin
'Dogu Perinçek xwest ji CHPê bibe namzed'
Kuçuk: Perinçek karên gelekî qirêj kirin
Perinçek: AKPê derbeyek mezin xwar û Erdogan diçe
Dogu Perinçek ji bo Erdogan tiştên ecêb û balkêş gotin
Etîketan:
pirsgirêka kurd, Serokê Giştî yê Partiya Vatanê, Dogu Perinçek, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de