22:50 21 Hezîran 2018
Leşker

Li Dîlokê leşkerek bi guleya leşkerekî din hat kuştin

© AFP 2018 / STRINGER
Tirkiye
Lînkê kurt
0 0 0

Leşkerê ku li navçeya Islahiye ya bajarê Dîlokê dema nobedarî dikir bi guleya çeka hevalê xwe birîndar bibû jiyana xwe ji dest da.

Leşkerê li Qişleya Şehît Alpay Başaran a navçeya Islahiyeyê ku navê wî nehat eşkerekirin, dema li ser erka xwe ya nobedariyê bû, bi guleyekê bi giranî birîndar bû.

Li gor ragihandina medya tirk, ew leşker 25ê Gulanê êvarê bi guleya çeka hevalê xwe ku wekî qeza hat binavkirin birîndar bûye.

Hat ragihandin ku leşkerê birîndar li Nexweşxaneya Dewletê ya Islahiyeyê çan daye û derbarê bûyerê de jî lêpirsîn hatiye destpêkirin.

Bi heman mijarî:

PKKê bi roketan êrişî qereqolê kir
Erdogan pîrozî li Sedr kir û serkeftin jê re xwest
Li Colemêrgê li nêzîkî parêzgariyê du teqîn çêbûn
Strana ‘Agladikça’ ya Ahmet Kaya bi îbranî gotin
Pûtîn vê carê jî baqek gul da first lady ya frensî
'Çarçoveya nexşerêya Minbicê diyar bû'
Wezîrê Aboriyê yê Sûriyeyê: Em ê ji veberhêneran re hêsankariyê bikin
Putin: Bikaranîna amûrên fişarê li dijî Erdogan, encamê nade
Etîketan:
Kuştin, Leşker, Dîlok, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de