15:52 19 Hezîran 2018
Minbic - Heleb - El Bab

'Çarçoveya nexşerêya Minbicê diyar bû'

© REUTERS / Khalil Ashawi
Tirkiye
Lînkê kurt
0 0 0

Civîna duyemîn a heyetên xebatê yên Tirkiye û Amerîkayê li ser mijara Sûriyeyê li Enqereyê birêve çû.

Hat ragihandin ku dê Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo û hempîşeyê wî yê tirk Mevlut Çavuşoglu 4ê Hezîranê li Amerîkayê li hev bicivin.

Wezareta Derve ya Tirkiyeyê derbarê civîna îro 25ê Gulanê ya Enqerê de ku herdu heyetên xebatên yên amerîkî û tirk civiyan ragihand, "Ji bo pêkanîna aramî û ewlekariya Mincibê nexşerê hatiye diyarkirin."

​Ankara'daki 25 Mayıs Toplantısına İlişkin Ortak Açıklama pic.twitter.com/Ysu8JgOMhU

​Herwiha derbarê civîna komên xebatê yên amerîkî û tirk a 25ê Gulanê de, Balyozxaneya Amerîkayê ya Enqereyê jî ragihand ku hevdîtinên dualî yên li ser mijara Sûriyeyê û hevkariya mijarên din berdewam kiriye.

Di daxuyaniya balyozxaneyê de li ser mijara Minbicê hat gotin, "Herdu aliyan ji bo dabînkirina ewlekarî û seqamgeriya Minbicê û hevkariya zêdetir, nexşerêyek diyar kirine."

Balyozxaneyê agahiya hevdîtina 4ê Hezîranê ya Pompeo û Çavuşoglu jî di daxuyaniyê de dabû.

Bi heman mijarî:

Berdevkê Huda-Parê bang li HDPê kir: Werin em şerbeta aştiyê vexwin
Wezîrê Aboriyê yê Sûriyeyê: Em ê ji veberhêneran re hêsankariyê bikin
Putin: Bikaranîna amûrên fişarê li dijî Erdogan, encamê nade
Fîlmeke kurdî beşdarî festîvaleke herî navdar a navdewletî dibe
MKPE çavdêrên şopandina hilbijartinan dişîne Tirkiyeyê
Li ber baregeha Partiya Komînîst a Iraqê teqîn
Putin: Nêta min tune ku ez zêdetirî 2 serdeman bibim serok
Etîketan:
minbic, Amerîka, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de