15:51 19 Hezîran 2018
Rojnameya Qibris

Li Qibrîsê doza Efrînê: Dozger îstifa kir

© REUTERS / Yiannis Kourtoglou
Tirkiye
Lînkê kurt
0 10

Li Qibrîsa Bakur piştê rexneya ku Erdogan li Rojnameya Afriqayê kiribû, rojnamê rastê êrîşê hatibû. Piştî êrişa li dijî rojnameyê doz hatibû vekirin û dadwer Tacan Reynarli cezayê hepsê li çrişkaran birîbû, lê cezayê êrişakaran nehat sepandin. Li ser vê yekê dadwer Reynarli îstîfa kir.

Rojnameya Afrîqayê ku li Qibrîsa Bakur weşanê dike, di pêvajoya operasyona Tirkiyê ya li dijê Efrînê rexneyan li Tirkiyeyê kiribû û di manşeta xwe de gotibû ku, "Tirkiye piştê Qibrîsê dest bi dagirkeriyeke nû kiriye." Li ser vê manşetê Serokkomarê Tirkiyê Receb Tayyip Erdogan li rojnameyê heqaretê kiribû û ji tirkên ku li Qibrîsê dijîn xwest ku bertek nîşanê Rojnameyê bikin.

Li ser vê banga Erdogan gelek kesan êrîşê navenda rojnmaeyê kiribûn û gelek zerarê dabûn rojnameyê. Di derbarê kesên ku tev li êrîşê bibûn ji aliyê dozgeriyê ve doz hatibû vekirin dadger Tacan Reynarli cezayê hepsê dabû êrîşkaran. Raynarli îro li ser hesabê xwe yê medyaya civak ragihand ku ji wezifeya xwe îstifa kiriye û sedem jî gotiye ku "cezayê ku min di derbarê êrîşkaran de da nehap sepandin û biryara min nehat naskirin" ez ji ber vê yekê îstifa dikim."

Bi heman mijarî:

Qibris: Em amade ne ku bi Herêma Kurdistanê re alikariyê bikin
Turîstên rûsî îsal wê berê xwe bidin Yûnanîstan, Qibris û Tunisê
Etîketan:
dozger, rojname, Qibrisa Bakur
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de