15:52 19 Hezîran 2018
Mûş - wesayîta polêsan - leşker- polêsên tirk

Walitiya Mûşê di derbarê lawikê ku bi guleyên leşkeran giran birîndar bibû daxuyanî da

© Sputnik /
Tirkiye
Lînkê kurt
0 0 0

Di 23yê mehê de li bajarê Mûşê ji wesayiteke zirxî ya polîsan gule hatin reşandin û di encamê de zarokekî 10 salî ji sînga xwe da bi du 2 guleyan gran birîndar bibû. Walitiya Mûşê îro ragihand ku bûyer bi awayekî qeza qewimiye.

Beriya du rojan li bajarê Mûşê li ser caddeya îstasyonê zarokekî bi navê Veysel Toplu bi du guleyên ku ji aliyê polîsên taybet hatibûn berdanê ji singê xwe bi awayekî giran birîndar bibû. Veysel Toplu hê jî li nexweşxanê ye û rewşa wî giran e.

Walitiya Mûşê îro di derbarê bûyerê de daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat gotin ku: 3 personelên ku tev li bûyerê bûne ji wezîfê hatine dûrzistin, ji bo bi awayekî hurgulî bê lêkolîn tîmên taybet ji aliyê dozgeriyê ve hartine şandin. Lê vê gavê diyar ku bûyer bi temamî bêhemdî qewimiyê.

Bi heman mijarî:

4 jê zarok 7 kes li malê mirî hatin dîtin
Li Şirnexê du zarok bi avê de çûn
Li Amedê yek jê zarok du kes di avê de xeniqîn
Li Afxanistanê dijî konvoya NATOyê êrîş: 11 zarok mirin
Etîketan:
waliyê mûşê, birîndar, zarok, Mûş
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de