01:41 23 Hezîran 2018
Selahattin Demirtaş / HDP

Hevserokên HDPê li Edîrneyê ne: Nehiştin em Demirtaş bibînin

© Sputnik / Sertaç Kayar
Tirkiye
Lînkê kurt
0 0 0

Hevserokên HDPê Sezai Temelli û Pervin Buldan îro bi mebesata ku serdana namzedê Serokomariya Tirkiyê yê HDPyî Selahattin Demirtaş bikin çûne bajarê Tirkiyê Edîrneyê. Buldan got "Desthilatdaranan nehişt em Demirtaş bibînin." Temellî jî diyar kir ku ji bo hevdîtinê ti astengiyeke yasayî tine ye.

Hevserokên HDPê îro xwestin seredana Demirtaş bikin û bi vê mebestê çûne Edîrneyê lê  hevdîtin pêk nehat. Hevserokên HDPê di konferanseke rojnamevaniyê de axivin. Hevseroka HDPê Buldan bal kişande ser daraza Tirkiyê û daxwaza berdana Demirtaşî kir û got "Nehiştin em serdana Demirtaşî bikin."

NEHIŞTIN KU EM BI DEMIRTAŞ RE HEVDÎTINEKÊ PÊK BÎNIN, BI SER DE JÎ DESTÛR NEDAN KU EM LI DEVÊ DERIYÊ GIRTÎGHÊ DAXUYANIYEKÊ JÎ BIDIN'

Hevseroka HDPê Pervin Buldan amaje kir ku ew bi bêhiqûqiyekê re rû bi rû ne. Buldan wiha axivî, "Îro ji bo hevdîtine bi namzedê me yê Serokomariyê Selahattin Demirtaş re em li Edîrneyê ne. Ligel ku hefteyek berê me ji Wezareta Dadweriyê daxwaza hevdîtinekê kiribû, bo me bersivek nehat dayîn û îro jî nehiştin ku em hevdîtinekê pêk bînin, bi ser de jî destûr nedan ku em li devê deriyê girtîghê daxuyaniyekê jî bidin. Demirtaş namzedê milyonan e. Demirtaş hêviya milyonan e. Demirtaş namzedê HDPê ku di hilbijartineke berê de dengê 6 milyonan wergirtiye. Hûn dikarin Demirtaş di nava çar dîwaran de rehîn bigrin lê hûn nikarin Demirtaş ji dil û hinavên milyonan derxînin."

‘DEMIRTAŞ 568 ROJ E KU REHÎN E Û TI SEDEMEKE YASAYÎ YA VÊ REHÎNGIRTINÊ TINE YE'

Sezai Temelli jî wiha axivî,  "Me îro xwest seredana Demirtaş bikin lê me careke din ew nedît, tevî ku ez di nava yek jî kesên ku bi awayekî fermî dikare wî bibîne de me jî, ev 18 meh e ku ez wî nabînim, îro jî ji bo hevdîtina me destûr derneket. Seredana me ya ji bo Wezareta Dadweriyê îro careke din bêbersiv ma û me careke din ew nedît. Ev 568 roj e ku rehîn e û ti sedemeke yasayî ya vê rehîngirtinê tine ye."

Temelli wiha reng da axaftina xwe, "Dema ku em li dozên ku tê darizandin dinerin, bi taybetî doza ku niha jê girtî ye, fezlekeyên vê dozê ji aliyê dozgerên endamên cemaetê ve hatine amadekirin û piraniya van dozgeran niha girtî ne. Dema dawikirina vê doza neheq hatiye. Ev neheqî û binpêkirin heta bi mafê hilbijartin û hilbijêriyê jî sirayet kiriye. Bi tenê ne mafê Demirtaş, mafê zêdetirî 6 milyon dengdêrên ku deng dane Demirtaşî jî tê xesbkirin."

Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de